
Di analîzê de bal tê kişandin ku hewl didin ku “azadiya ramanê”, “demokrasiya” Tirkiyeyê û mezinbûna wê ya aborî bikin modela welatên cîran û herêmê û got; “Lê mixabin, ji bo rojnamevanan û bi taybet jî rojnamevanên Kurd û çepgir, azadiya ramanê, weke asta pêş ketina aboriya welêt, pêş neketiye.
Robert Mahoney got, “ Li gorî texmînan di navbera 4 û 5 hezaran de doz li rojnamevan, nûçegihan û saziyê çapemeniyê hatine vekirin. Di analîzê de balê dikişîne ser qanûna tevlîhevî û nezelaliya TMK’ê û cih dide nêrînên rêvebera malpera Bianetê Nadîre Mater û Mater dibêje “Rojekê pêşîlêvekirina Kurdan didin destpêkirin, roja din jî dest bi dozan dikin.”
Di analîzê de tê gotin ku Zagona Tekoşîna li dijî Terorê (TMK) berê jî û her tim ji bo girtina rojname û rojnamevanên Kurd hate bikaranîn û tê bikaranîn û dibêje; “Mînaka herî aşkere; Li Tirkiyeyê yekane rojnameyek bi Kurdî weşanê dike heye, ew jî Azadiya Welat, Rêveberê Weşanê yê rojnameyê Vedat Kûrşûn, di sala 2010 de bi hinceta propangandaya rêxistinê kiriye, li rastî 166 sal cezayê girtîgehê hate birîn. Her wiha tê diyarkirin ku ev zagon bi awayeke rêkûpêk li hemberî rojname û rojnamevanên Kurdan û alîgirên Kurdan tê pêkanîn.
Balkêş bû ku CJP dibêje ku Tirkiye di warê girtina rojnamevanan de piştî Îran, Erître, Çîn û Vîetnamê tê û dibêje li Tirkiyeyê tenê 8 rojnamevan girtî ne.
106 rojnamevan girtî ne
Platforma Piştgiriya ji bo Rojnamegerên Girtî (TGDP), beriya niha ragihandibû ku hêjmara rojnamegerên girtî li Tirkiyeyê gehişt 105'an. Nûçegihana DÎHA’yê ya Êlihê Gulse Alsan di 21 sibatê de hate girtin û bi vî awayî ev hejmar gehişt 106’ê. Li gorî tomarên ANF’ê 72 ji van rojnamevên girtî Kurd in û piraniya yên din jî di çapemeniya Kurdan û muxalîfan de dixebitin.
29 ji rojnamevanên girtî nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ne, 4 jê midûrên berê yên karên nivîskî û yek jî rêveberê weşana giştî bi giştî 16 rojnavanên rojnameya Azadiya Welat in û 12 jî ji vana yên rojnameya Ozgur Gundemê ne. Her wiha sê rojnamevan ji ber ku ji bo Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) xebitîne, hatine girtin.
ANF/FRANKFURT