Şêniyên Kobanê ji bo oxirkirina cenazeyên 4 şervanên Minbicê Viyan Gabar (Rûken Ebas), Rûbar Helinc (Mehmûd Mihemed Elî), Siyamend Kobanê (Ibrahîm Ebdilkerîm) û Îbrahîm Amed ku di operesyona Fermandar Feysel Ebû Leyla de di demên cuda de şehîd ketine li Goristana Şehîd Dîcle civiyan.
Li goristanê Serokê Desteya Parastinê Ismet Şêx Hesen, Rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Fatima Tahêr û Şêwermenda Rêveberiya Kantona Kobanê Rûken Ehmed axivîn û di axavtinan de hate gotin ku ew ê heta dawiyê li ser şopa şehîdan bin.
ANHA/KOBANÊ