Navenda Şehîd Ednan Ebo Emced a perwerdeyê bi merasîmekê 4 dewreyên leşkerî yên şervanên QSD`ê bi dawî kirin. Dewreyan 2 mehan dewam kir û endamên dewreyê ji hemû herêmên Rêveberiya Xweser bûn. Dewreyên perwerdeyê bi navên şehîdên QSD`ê hatin binavkirin. Akademiya Şehîd Asro Suryanî, Dewreya Şehîd Sîzar bi rê ve bir ku endamên wê li ser çekên giran hatin perwerdekirin. Akademiya Botan Tirkmen, Dewreya Şehîd Elî Çaçan li dar xist ku endamên dewreyê li ser gelek waneyan perwerde bûn. Her wiha Akademiya Ciwan Ereb a Fermandaran û Akademiya Şehîd Lorans 2 dewre bi dawî kirin ku ya yekemîn bi navê şehîd Rustem Bedewî û dewreya duyemîn bi navê şehîd Biroks Lehîn bi dawî kirin. Endamên dewreyan li ser waneyên bîrdozî û siyasî hatin perwerdekirin.
Erka me parastina destkeftiyên gel e
Merasîma bidawîkirinê bi deqeyeke rêzgirtinê û merasima leşkerî dest pê kir. Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Kanî Xelîl di merasîmê de axivî. Xelîl dewre li endaman pîroz kir û got: ”Hêzên me ên leşkerî ji bo parastina gel û hemû pêkhateyên wê li dijî hemû gefên amade ye. QSD tu gefan û êrişan ser tu aliyan pêk nayne, ew hêzeke ji hemû pêkhateyên li herêmê hatiye avakirin û erka wê parastina destkeftiyên gel e. Di dawiya merasîman de endaman sûnda leşkerî xwar û her kes derbasî qada xwe ya xebatê bû.
EYN ÎSA