Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di Tîrmehê de li herêma Ciwanro ya Rojhilatê Kurdistanê 4 gerîla şehîd bûne.
YRKê der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de weha tê gotin: Li herêma Ciwanro ya Şaho ya Rojhilatê Kurdistanê, dema komek ji hevalên me bi erka xwe radibûn ketin kemîna hêzên paramîlîter û kontra yên Îranê.
Di vê bûyera 8-10’ê Tîrmehê de bi qasî agahiyên bi dest ketin ji hêzên Îranê jî dagirkerek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.
YRK’ê diyar kir, di operasyonê de 4 hevalên wan; Ersalan Hasanî bi nasnav Botan Sipîran, Mûhammed Mûhammedî bi nasnav Ferhad Zirêbar, Rehber Odungît bi nasnav Memyan Hezro û Îdrîs Şefîî bi nasnav Rizgar Zerneî bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bi taybetî bi sedema dagirkeran bi rojan qada Ciwanro, dagir kir agaî wergirtin zehmet bû. Ji ber vê yekê, di serî de ji gelê me yê welatparêz û malbatên şehîdên me lêborînê dixwazin û em ê têkoşîna wan bilind bikin û soza tolhildana şehîdên xwe didin.”
Di serî de em ji malbatên van hevalên me yên şehîd û giştî gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî dixwazin. Em baş zanin ku gelê me xwedî li şehîdên xwe derkevin…”
ANF/ŞAHO