
Navenda Çapemeniya YPG encamê şerê dawî aşkere kir û da xuyakirin ku di 24 saetên dawî de 4 gund hatine rizgarkirin û 24 çete hatiye kuştin.Têkildarî şerê 24 saetên dawî li Cizîr û Kobanê navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê de hat destnîşankirin ku hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ya ku bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 33’an de bi serkeftî berdewam dike û wiha pê deçû:” Hêzên me şevê din 10 km rojhilat û bakur-rojhilate bajaroka Silûk li hember gundên di bin dagirkeriye çeteyan de bûn, operasyonek nû lidar xist. Di encama van operasyonan de gundên Şara, Rêber, El Wastê ji çeteyan paqij kirin. Doh dane sihare jî gundê Aliye ya ku 9 km dûrî bajaroka Silûk e ji çeteyan hate rizgarkirin. Di van operasyonan de 1 maşîneya zirxî ya Hammer, 1 maşîneya doçka li ser û 2 maşîneya pikab hatiye ruxandin. Pevçunên li van qadan de qasî hatiye zelalkirin 22 endame çeteyan hatiye kuştin. Di gundikek a nizikî sînorê Bakure Kurdîstanê de endamekî çeteyan bi awayekî birîndar ketiye destê hêzên me. Di vê operasyonê de rêhevalekî me ku bi lehengî şer dikir gihiştiye şehadete.
Li Kobanê 2 çete hat kuştin
Her wiha derbarê Berxwedana Kobanê de jî agahî hat dayîn û hat diyarkirin ku hêzên wan pêr li rojhilate Kobanê li hember komên çeteyên ku di nava tevgere de bûn operasyonek lidarxist. Operasyona li nizî gundê Cirin de motorsîklet û maşînekî leşkerî ya çeteyan hatiye derbkirin. Li vê qadê qasî hat zelalkirin 2 endame çeteyan hatin kuştin.Xebatên lêgerîna li gundê Bîrevdê ya li başûr-rojhilate Kobanê ya ku şeva derbasbûyî hatibû rizgarkirin bi encam bûye. Di encamê van xebatan de hêzên me doçkakî 12,5mm, 3 kleş, 1 BKC, û 1 Karnas bi dest xistin. Li heman eniye rêhevalekî me pê mayine çeteyan a berê hatibû çandin kir û gihişt şehadete.ˮ
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN