Xelkê Hesekê cenazeyê 4 şervanan bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê oxir kir.
Di merasîmê de bi navê Meclisa Kantona Hesekê, Şêxmûs Ehmed jî diyar kir ku şehîdan efsaneyên qehremantiyê li dijî terorê nivîsandine, bi saya wan serketin nêzîk dibe.
Bi navê hêzên eskerî ji fermandaran, Tolvîn Nîdal axivî û soza şopandina xeta şehîdan da.
Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kir.
Piştî axaftinan cenazeyên şervanên QSD‘ê Mihemed El-Ehmed, Hatim El-Ezam û Beşar El-Cewher û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Xelef El-Mihemed ên ku di qonaxa dawî ya pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbûn, bi tevlîbûna bi sedan şêniyan li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê hatin veşartin.
ANHA/HESEKÊ