Ji destpêka şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û bi destpêkirina krîza aborî ya di sala 2016’an de welatiyên Iraqê di encamê de gelek ji wan nîştecihên Herêma Kurdistanê ji ber neçariyê ber bi welatên derveyî Iraqê ve koçberbûn.
Berpirsê Federasyonê Arî Celal di derbarê koçberbûna welatiyan anî ziman ku “Ji ber şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê di sala 2016’an de welatî ji ber neçariyê koçberbûne û çûyîne welatên derve. Ji Iraqê 220 hezar welatî koçberbûne ku ji wan 40 heya 50 hezar nîştecihê Herêma Kurdistanê ne û koç heya niha ji berdewame.”
Di rêyan de gelek mirin çêbûn
Arî Celal got ku di sala 2016’an de 139 kesên ji Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane û wiha dewam kir; “Cenazeyê 86 koçberan hatiye dîtin û cenazeyê 52 kesên din yên koçber nediyare. 28 qurbaniyên ku ne diyarin dibin temenê 18 salî dene û ji wan 15 jî jin in.”
Arî Celal eşkere kir ku cenazeyê 4 ji wan kesên ne diyar ji aliyê federasyona koçberan ve hatiye ditîn û wiha dewam kir; “Koçber ji nîştecihên bajarên Silêmaniyê, Hewlêr, Kerkûk, Dihok, Helebce, Diyale û Mûsilê bûn. Koçberên ku jiyana xwe ji dest dane liser deryayên peravê Tirkiyê li bajarê Îzmîr, Budrum, Çanekale û Opsale jiyana xwe ji dest dane.”
Celal wiha jî got; “48 koçberên ku ti agahî jê nedihatin girtin ên li ser deryayê jiyana xwe ji dest dane, li Tirkiye û Yunanîstanê ne. Piştî testên wan ên DNA’yê hatin girtin û nasnameyên wan diyar bûn, wê cenazeyên wan bidin xizmên wan.
RÊZAN MIHEMED / SILÊMANÎ