Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, bi daxuyaniyeke nivîskî encamên çalakiya 9’ê Tîrmehê ya li hemberî qereqola jendermeyan a li gundê Cewzatê ya Mêrdînê eşkere kir.
Daxuyaniya li ser mijarê bi vî rengî ye: “Roja 9’ê Tîrmehê saet di 12:45’an de, bi wesayîteke bombebarkirî li hemberî Qereqola Jendermeyan a li gundê Cewzat ê navçeya navendî ya Mêrdîn Artûklûyê çalakiyeke sabotajê hat kirin. Yekîneyeke din a gerîlayên me jî bi çekên nîv otomatîk û ferdî li qereqolê da. Bi çalakiyên sûîqestê jî leşkerên li nîzamiyeyê nobet digirtin, hatin kuştin. Piştre wesayît li nava qereqolê hat teqandin. Di encama teqînê de 2 avahî, maşîneke zirxî, birceke, nîzamiye û çeperên li nava qereqolê îmha bûn, li qereqolê şewat derket. Tîma me ya êrîşê ket nava qereqolê, 2 çeperên îmha nebûbûn îmha kirin û li hemberî cerdevanên li dora gund jî, ji bo demeke kurt şer kirin.”
Mudaxele li Kontrayayan
HPG’ê da xuyakirin ku kontrayek jî hatiye kuştin û derbarê bûyera cezakirina kontra de ev agahî parve kirin: “Piştî çalakiyê, kontrayekî bi navê Alî yê ji gundê Tirbikê, tevî komek ji cerdevanan xwest li ser rê kemînê deyne. Li vê derê jî gerîlayên me di cih de bersiv dan û ji bo demek kurt şer qewimî. Hevalên me yên çalakî pêk anîn, ji ber vê rewşa nû, ji bo karibin bi lez û bez xwe vekişînin, yekser dest danîn ser 2 wesayîtên sivîl û ji herêmê derketin.
Di vê çalakiyê de, 40 leşker hatine kuştin ku di nav de fermandarê qereqolê jî heye. Artêşa TC bi desteka helîkopterên kobra û balafirên keşfê yên bêmirov, bi 11 helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe rakirin nexweşxaneyên li Mêrdîn û Amedê. Di dema vê çalakiyê de leşkerên artêşa TC, jinek li herêma şer bû, qetil kirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Star û HPG’ê ve, di şexsê Şehîd Xebat de ji bo bîranîna berxwedêrên li Nisêbînê şehîd ketî û hevalên me yên li Licê şehîd ketî, hat lidarxistin.”
Encamên çalakiye Bezelê
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, “Gerîlayên me li hemberî Qereqola Jendermeyan a Bezelê ya li Şemzînanê çalakiyeke berfireh pêk anî. Agahiyên berfireh ên li ser vê çalakiyê jî wê sibe bên eşkerekirin.”
ANF/BEHDÎNAN