Piştî ku balafira Rûs ji aliyê Tirkiyeyê ve hat xistin û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn daxuyanî da, li ser alîkariya Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ û komên din ên terorîst, agahiyên nû derdikevin holê.

Piştî ku Moskowayê Tirkiye rexne kir ku alîkariyê dide DAIŞ'ê, Zanyarê Ereb û Pisporê Rojhilata Navîn Samî Elî ji di nivîsa xwe ya ji bo Ajansa Nûçeyan a Firatê re nivîsi de ragihand ku 400 leşkerên artêşa Tirk bi kincên hêzên mûxalîf, li Cerablûsê ne.

Di dewama nivîsa Elî de hat gotin ku komên li herêmê di asta herî bilind de bi îstîxbarata Tirk re di nava têkiliyê de ne û bi awayekî koordîneyî dixebitin.

 

‘Ji aliyê mît'ê ve tên koordînekirin'

Samî Elî di nivîsa xwe de diyar dike ku şerê Hêzên Sûriyeya Demokratîk li hemberî hêzên terorîst ên navneteweyî ye û wiha hate gotin: "Bi taybetî li dijî DAIŞ û Cephet El Nûsra de, gelek terorîst hatin girtin. Di nava van terorîstan de gelek welatiyên Ozbekîstan, Tacîkîstan, Azerbaycan, Dagistan û Çeçen ên di nava hêzên Şêx Suleyman û Partiya Îslamê ya Turkîstanê cih digirin hene.”

Samî Elî  di nivîsa xwe de dest nîşan dike ku hêzên Şêx Suleyman û Partiya Îslamê ya Turkistan ser bi DAIŞ û Cephet El Nûsra ve ne û wiha berdewam dike: “Encama ji lêpirsîna van terorîstên hatin zevtkirin derket holê jî ew e ku ev komên terorîst yekser bi DAIŞ'ê ve ne girêdayî ne, lê belê xebat û çalakiyên van koman di asta bilind de ji aliyê MÎT a Tirk ve tê destnîşankirin, plankirin û koordînekirin.”


‘Leşkerên Tirk kincên mûxalîfan li xwe dike’

Samî Elî di nivîsa xwe radigihne ku van hêzan li herêman Ezaz, Cerablûs û hin gundên li derdora Helebê diminin û wiha berdewam dike: “Bi kurtasî herêma di navbera kantonên Kobanê û Efrînê. 400 leşkerên Tirk kincên mûxalîfan li xwe kirine û li vê herêmê ne. Ev hêz, ji DAIŞ û hêzên din ên me qalan wan kir, cihê li herêmê ye.”

Samî Elî di berdewama nivîsa xwe de radigihne ku li herêma Cerablûsê, bi taybetî jî li ser sînorê Tirkiyeyê, kelûmelên leşkerî, veguhastina milîtanan û alîkariya lojîstîk jî di nav de bi her awayî alîkarî ji DAIŞ û komên din re têne dayin. Hejmareke gelekî cidî ya leşkerî ya Tirkiyeyê heye.”

Nivîsa Samî Elî  bi vî rengî bi dawî dibe: “Hêzên Sûriyeya Demokratîk a ji bo derbasbûna ji Firatê û wergirtina vê herêmê, ji aliyê Tirkiyeyê ve bi destwerdanê re tê astengkirin. Mînaka vê yekê ya herî şênber jî bûyera li gundê Ziyaretê ye. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji Kurd, Tirkmen û Ereban, yanî ji gelê herêmê pêk tê. Pêwîste ew werin destekkirin.  Deriyê sînor ê Cerablûsê û deriyên din ên nefermî yên li derdorê hatine vekirin, ji bo birina petrol û tiştên mîna wê ber bi Tirkiyeyê ve, tên bikaranîn. Di berdêla vê de jî Tirkiye kelûpelên leşkerî, desteka lojîstîk dide komên terorîst."