HÊZA HESEN
ANHA/KOBANÊ
Li bajarê Bakurê Sûriyê Reqayê, 41 pirtûk ên ku diyar e ku berê ji tirsa rêjîma Baasê hatibûn binaxkirin, hatin dîtin.
Tîma Lêgerînê ya Komîteya Jinûve Avakirinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê, di çarçoveya xebatên xwe de, 41 pirtûk ku di kavilan de hatibûn binaxkirin, dîtin û radestî Akademiya Civaka Demokratîk a Kantona Kobanê kirin.
Pirtûkên hatin dîtin bi zimanên Kurdî û Erebî bû, pirraniya wan ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn.
Ji pirtûkên hatin dîtin; Rêberetî û Gel, Jin û Malbat, Rojhilat piştî hilweşandina pergala mêhtinger, Mijara Kesayetî li Kurdistanê, Destana Folkolra Kurdî, Berxwedan Jiyan e, Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, Doza Civaka Niştimanî ya Kurdistanî û hwd.
Ji zilma rejîma Baas veşartin
Ya xuya ew e ku pirtûkên ayidî malbateke Kurd, ji tirsa rêjîma Baas, di wê serdemê de hatine veşartin.
Desthilatdariya rêjîma Baas, kesên her tiştên girêdayî kurdiyatiyê qedexekiribûn û gelek welatiyên Kurd ku li gel wan pirtûk dihatin dîtin, dihatin girtin û êşkence li wan dihat kirin, gelek ji wan heta niha di girtîngehan de ne.
Endamê Komîteya Akademiya Civaka Demokratîk a Kobanê, Mesûd Bozê diyar kir ku hin ji pirtûkên hatin dîtin, roja me ya îro peyde nabin û destînşan kir ku ew ê li gel xwe biparêzin û wan çap bikin.
Bi Ingilîzî şerê Sara

Ingilîziya pirtûka Sakîne Cansiz a bi navê “Jiyana min her şer bû” (Sara, My Whole Life Was a Struggle), roja 29’ê Gulanê li paytexta Ingilîstanê Londonê bi civînekê hate nasandin.
Civîna danasînê ji aliyê YXK û Roj Women ve hate organîzekirin û wergêra pirtûkê, Janet Bill, rojnamevan Ulkem Zeremya û nûnera weşanxaneya Pluto Press ku pirtûk çap kir, beşdarî civînê bûn.
Janet Bill qala agahiyên kronolojîk ên di bergê destpêkê yê pirtûka “Jiyana min her şer bû” kir û got, Sakîne Cansiz jineke berxwedêr bû.
Rojnamevan Ulkem Zeremya jî diyar kir ku pirtûk hem biyografiyeke şexsî ye, hem jî dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Zeremya, Cansiz şiband çemekî timî diherike û got, ew rêbereke dîroka jinê bû. Zeremya îşaret bi berxwedana Cansiz a li hemberî cûntakarên 12’ê Îlonê kir û destnîşan kir ku di bingeha têkoşîna Cansiz de edalet, jiyaneke wekhev, maf û azadî heye.
Di dema civînê de li standa Pluto Pressê pirtûk hate firotin û wergêr Janet Bill jî pirtûk îmze kirin.
Beriya danasîna li Londonê li bajarê Ingilîstanê Oxfordê jî bi beşdariya wergêr Janet Bill, pitir pêr civîna danasîna pirtûkê hatibû kirin.
LONDON