Li rojavayê herêmê YPG’ baragehên çeteyan ên li bajarokê Şêxlera Jêrîn (Şiyûx Tehtanî) hedef girtin. Di encamê de 8 encamên çete hatine kuştin û gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin. Di heman demê de YPG’ê wargeheke çeteyan li gundê Şêx Berho yê nêzî bajarokê Şêxler hedef girt, li vir jî 15 endamên komêb çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Li gundê Getaş ê rojavayê herêmê YPG’ê 2 kemîn ji çeteyên DAIŞ’ê re danîn. Di herdu kemînan de 11 çete hatin kuştin. Li gundê Jideydê YPG’ê li hember bargeheke çeteyan çalakiyek pêk anî. Di encamê de 3 çete hatin kuştin, doçkayek hat rûxandin û tirimpêleke (Tirêx) hat bêbandorkirin. Di vê operesyonê de YPG’ê gundê Çel Oxlo yê rojavayê herêmê û mezrayeke nêzî gundê Beyadê ku çeteyên DAIŞ’ê wek navenda êrîşan bi kar dianîn, rizgar kirin. Li aliyê başûrê herêmê, şervanên YPG’ê li dijî 2 baregehên çeteyên DAIŞ’ê li gundê Cadê yê girêdayî navçeya Sirîn û di navbera gundên Cadê û Xirûs de çalakî pêk anîn . Di encamê de 5 çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.
Li nêzî bajaroka Cezaa yê girêdayî bajarê Girkê Legê çeteyên DAIŞ’ê hewldan êrîşî benzînxaneyên Silmiyê, Filistîn û Xezaa yên girêdayî bajaroka Cezaa bikin, rastî bersivan YPG’ê hatin. Di encamê de 6 çete hatin kuştin û 3 çeteyên din jî birîndar bûn. Her wiha du tirimpêlên leşkerî yên çeteyan jî hatin rûxandin.
NAVENDA NÛÇEYAN