Pêngavên Desteya Aborî û Çandiniyê yên dabînkirina zirarên şewatan

Li gorî daneyên desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser ji ber şewatan zêdetirî 435 hezar û 500 donim li tevahî bajar û herêmên Rêveberiya Xweser şewitîne. Her wiha di şewatan de 14 kesî di dema vemirandina şewatan de jiyana xwe ji dest daye. Ji bilî wê ziyan gihaşt çandiniyê û sewalvaniyê jî. Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser bi hevkariya Rêxistina Heyva Sor, Yekitiya Cotkaran û hevserokên Komeleya Cotkaran xebata komkirina dabînkirina zirarên cotkaran da despêkirin. Wê xebata desteyê di dawiya Tebaxê de bi dawî bibe. Komîteyên xebatê piştî ku karên xwe bi dawî kirin wê civîna desteyê ya dabînkirinê di destpêka meha Îlonê de li dar bixe. Li gorî daneyên komîtê, hejmara cotkarên zirar dîtiye 6 hezar û 36 e, û wiha dabeş dibin; herêma Firatê 948, herêma Cizîrê 4 hezar û 250, Dêrazor 79, Reqa 54, Tebqa 639 û Minbic 66 cotkar.

Bi zanebûn şewitandin 

Li gorî çavdêran şewat bi zanebûn ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê, şaneyên îstîxbarata dewleta Tirk û çeteyên wê ve pêk hatine û dibêjin, hin aliyên ku şerê projeya demokrasiyê li herêmên Rêveberiya Xweser dikin jî şewat pêk anîne. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 4’ê meha Tîrmeha îsal de biryara dabînkirina zirarên kesên ji ber şewatan zirar dîtine, da. Li gorî daxuyaniya berê ya desteyê, wê alîkarî tenê li ser tov û cotajotinê bê dayîn û derbasî qezenckirina çandiniyê nabe.

 

QAMIŞLO