Li aliyekî din şervanên YPG’ê mayîneke dijîtangan di navbera gundê Zormixar û Xerab Eto yên rojavayê herêmê de teqandin. Di encamê de tirimplelek çeteyan tevî 6 çeteyên ku têde bûn hatin kuştin.

Komeke çeteyan a girêdayî DAIŞ’ê şevê din bi çekên giran hewl dan êrîşî gundê Kunheftar ê başûrê herêma Kobanê bikin rastî bersiva YPG’ê hatin. Di encamê de şer û pevçûn di navbera şervanên YPG’ê û çeteyan de rû dan û pevçûn nêzî  7 saetan dom kir. Çavkaniyên nêzî YPG’ê ragihandin ku herî kêm 39 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û bi gelek jî birîndar bûn. Her wiha şervanên YPG’ê gelek çekên çeteyan desteser kirin.

Du şervanan jiyana xwe ji dest da

Heman çavkanî diyar kir ku çeteyan di êrîşên xwe de çekên giran wekî tang, top, hawan û doçka bikar anîn. Her wiha di berxwedanê de 2 şervanên YPG’ê yên bi navên Şoreş Girê Spî û Mihemed Şêx bi lehengî beşdarî karwanê şehîdan bûn. Hat hînbûn ku şervanên YPG'ê yên jiyana xwe ji dest dane,  Mihemed Şêx (Bavê Ocalan) û Elî Mehmûd (Şoreş Girê Spî) ne.
 
Wesayita çetayan rûxandin

Şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de li heman deverê demdemî berdewam e. Her wiha li aliyekî din şervanên YPG’ê îro piştî nîvroj mayîneke dijîtangan li devera di navbera gundê Zormixar û Xerab Eto yên rojavayê herêmê de teqandin. Di encama teqîna mayînê de tirimplelek çeteyan hate rûxandin û 6 çeteyên ku têde bûn hatin kuştin. 

KOBANÊ




Dixwazin Rojava parçe bikin


Şêwermendê Hevserokên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sêhanok Dîbo di hevîdtinekê bi ANHA’yê re derbarê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî herêma Kobanê axivî û wiha anî got: “Êrîşên li dijî herêma Kobanê ne ji xwe ber ve rû dane, lê belê bi bûyerên li seranserî Rojhilata Navîn rû didin ve girêdayî ne. Girêdana van êrîşan bi dagirkirina çeteyên DAIŞ’ê ji gelek deverên Iraqê û ragihandina Xîlafeta Îslamê û pejirandina Ebû Bekir El-Bexdadî wekî Xelîfet re ye.”

Hebûna Kurdan hedef digrin
Dîbo di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya beşdarbûna nava xebatê parastinê û seferberiya ku Hikûmeta kantona Kobanê ragihandiye û wiha got: “Parastina Rojavayê Kurdistanê ji êrîşên çeteyan û pilanên ku hewldidin azadiya gel têk bibin, erka hemû pêkhateyan e.” Dîbo di axaftina xwe de wiha pêde çû: “Negengaz e vîna gelê Kobanê bête şikandin, ev yek di berxwedana gel û şervanên YPG’ê û YPJ’ê de li dijî çeteyan diyar e.”

Ambargoya Başûr didome

Dîbo di dawama axaftina xwe de bal kişand ser ambargoya ku ji aliyê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve tê meşandin û wiha destnîşan kir: “Di rewşên wiha de diviyabû hevgirtin û biratî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê zêde bibûya, lê mixabin Hikûmeta Başûrê Kurdistanê hê jî helwesta xwe li dijî şoreş gel berdewam dike û îtîrafê bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nake." Dîbo axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê hemû pêkhateyên Rojava bi hemû derfetên xwe li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê piştgiriya berxwedana Kobanê bikin.

 ANHA/QAMIŞLO




Pîlana hêzên derve ye

Sekretêrê Patiya Aştî û Demokratîk a Kurd li Sûriyê Telal Mihemed bibîrxist ku êrîşên li dijî herêma Kobanê pêkanîna pilan û ajendeyên dewletên derve ne ku destkeftiyên gelê Rojavayê Kurdistanê armanc digirin.Mihemed wiha got: "Senaryoya ku hêzên tarî bi destên çeteyên DAIŞ’ê dimeşînin, eşkere bûye. Ev êrîşên çeteyan dikevin çarçoveya pêkanîna pilan û ajendeyên dewletên derve ku destkeftiyên gelê Rojava armanc digirin. Ev destkeftiyên gel bi têkoşîna gelê Kurd û xwîna şehîdan hatine bi dest xistin, ji ber vê yekê tu carî vîna gel nayê şikandin û dê heta dawî parastina axa xwe bike.”
Mihemed di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ev hêzên tarî ku piştgirya çeteyan dikin, dixwazin welatê me talan bikin û ji herêma Kobanê ku kaniya sereke ya serkeftin û azadiyê ye û çiroska şoreşa Rojava li vir hate vêxistin, dest pê bikin. Ev hêzên tarî di salvegera duyemîn a şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an de dixwazin dîroka ku gelê Rojava bi xwîna xwe nivîsandiye biguherin.” Mihemed di dawiya axaftina xwe de bang li hemû hêz û partiyên kurdî û bi taybet Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê kir ku hevgirtina xwe xurt bikin û li dijî êrîşên çeteyan destên xwe bidin hev. Mihemed her wiha bang li hemû beşên civakê û bi taybet ciwanan kir ku beşdarî nava xebatên parastin bibin û cihê xwe di nava refên YPG’ê de bigirin û parastina axa xwe bikin. 

ANHA/AMÛDÊ