
Her wiha fermandariya YPG'ê encamên pevçûnên li Eşrefiyê û Şêxmeqsûd diyar kirin û daxuyaniya xwe wiha berdewam kir: “Her sê rojên despêkê ji şer, li der dora çerxeriya Eşrefiyê ya duyemin pevçûnçên dijwar di navber şervanên me û hêzên rêjîma Baas de rûdan. Hêzên rêjîma Baas hewl didin ku hemû taxên Kurdan veguherîne qadên şer û êrîşî herêma Şiqêf û noqteya kontrola şervanên me ya li ber kargeha şuştina wesayitan a Cezîrê kirin. Êrîşkar beranberî berxwedana yekîneyên me yên li wan herêman neçar man ku paşve vegerin''.
Hovîtiya hêzên rejîmê...
Fermandariya YPG'ê encamên pevçûnan eşkere kir û got: “ Di pevçûnên li Eşrefiyê û Şêxmeqsûd hejmara kuştiyên rêjîma Baas gihişte 45 leşkeran û jê 2 serbazin. Bi dehan birîndarên hêzên rêjîmê çêbûn lê me nikarîbû hejmara wan tam zelal bikin. 14 leşkerên rêjîma Baas, 2 serbaz û 6 polîs û gelek alîgirên rêjîma Baas tevî çek û cebxanên xwe dîl ketin destê me. Di encama berxwedana şervanên me de, 7 hevalên me yên bi navê Şoreş, Cîlo, Îbo, Xelîl,Çiya, Şêxo , Elî gihiştin şehadetê û 17 şervanên me birîndarbûn''.
Fermandariya Yekîneyên Parstina Gel (YPG) di daxuyaniya xwe de balkişand ku wan nêzîkatiya bi dîlên rêjîma Baas re li gorî pîvanên navnetewî nîşan daye û her wiha li gor exlaqê Kurdayetî tevgeriyane. Daxuyaniyê wiha berdewam kri: “Lê rêjîma Baas li dijî 5 şervanên me yên ku birîndar dîl ketibûn destên wan de îşkenceya hovane pêkaniye û piştî ku ew qetilkirin bi cenazeyên wan listin û li pey wesayitên xwe kaş kirine û li kolana gerandin. Em kiryarên dijmirovahiyê bi tundî şermezar dikin, em ji rêxistinên navnetewî, saziyên mafê mirovan û partiyên siyasî dixwazin ku li hember kiryarên hovane helwesta xwe nîşan bidin. Em soz didin gelê xwe ku em ê berpirsyarên komkujiyê bê hesab nehêlin”.
YGP’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li ciwanên Kurd kir ku tevli refên YPG'ê bibin û diyar kirin ku ewê yekîneyên xwe yên li herêmên mîna Kobanê, Minbic, Bab, Izaz û Efrînê bibin ji bo alîkariya Tûgaya Şehîdên Helebê yên di qada şer de ne.
HELEB
Ji TEV-DEM’ê banga piştgiriyê
TEV-DEM'ê derbarê bi îşkenceyê qetilkirina 5 şervanên YPG'ê yên ku dîl ketibûn destê hêzên rêjîmê, daxuyaniyeke niviskî weşand û da zanîn ku îşkenceya hovane ku li şervanên YPG'ê hatiye kirin nîşana tengaviya hêzên rêjîma Baas ya li hember berxwedana şervanên YPG'ê ye. TEV-DEM'ê bang li partiyên siyasî û rêxistinên mirovahî kirin ku kiryayên hovane yên bi vî rengî şermezar bike û bê deng nemîne. Her wiha TEV-DEM'ê bang li gel kir ku pişgirtiya Kurdên li Helebê bike.
Di daxuyaniya TEV-DEM'ê têkildarî qetilkirina 5 endamên YPG'ê de wiha hate gotin: ''Di 9'ê sibatê de dema ku hêzên rêjîma Baas êrîşî Yekîneyên tûgaya Şehîdên Helebê yên YPG'ê û gelê sivîl yên herêmê kirin, şervanê YPG'ê beranberî êrîş hêzên rêjîmê derketin. Lê 5 şervanên YPG'ê dîl ketin destê hêzên rêjîma Baase. Hêzên rejîmê bi awayekî hovane îşkence li wan kirin û piştî ew qetilkirin bi rengekî hovane bi cenazeyan lîstin û ew li pey erebeyan kişandin''
TEV-DEM'ê blkişand ku kiryarên rêjîmê li dijmirovahiyê ne û dewam kir: ''Kiryarên dijmirovahiyê ku hêzên rêjîma Baas li dijî şervanên YPG'ê yên ku dîl ketibûn dest de, nîşana bêçaretiya hêzên rejîmê ya beranberî berxwedana keç û xortên Kurdan yên di nava refên YPG'ê dane xuya dike. Êrîşên li ser Helebê ne tesadif e ew bersiva têkçûna hêzên rejîma Baas li gundê Girzîro ya Girkê Legê ye û dewama siyaseta nîjatperest a rêjîma Baas ya li dijî gelê Kurd de, ev êrîşên hovane yek ji xelekên kiryarên hovane yên rêjîma Baas li dijî gelê Kurd ji destpêka desthiladariya Sûriyeyê ye''.
TEV-DEM'ê komkujî şermezar kir û bang li saziyên mirovahî û partiyên siyasî kir ku li himberî komkujiyê helwesta xwe nîşan bidin û wiha got:''Em komkujiya hovane şermezar dikin, em soz didin ku kesên ev komkujî pêk anîne û rêvebirên wan wê bê hesab nehêlin û em bang li hemû partiyên siyasî û rêxistinên mirovahî dikin ku helwesta xwe li dijî komkujiya dijî mirovahiyê diyar bikin û pişgirtiya xwe bi berxwedana YPG'ê û gelê me yê berxwedêr li Helebê nîşan bide.”
Di dawiya daxuyaniya xwe de TEV-DEM'ê bang li hemû gelê herêmê kir ku piştgiriya xwe ji berxwedana li Helebê nîşan bide û got: ''Careke din em bang li gelê xwe dikin ku alîkariya aborî û manewî ji gelê berxwedêr li Helebê nîşan bide, banga me ji bo ciwanan bila berê xwe bidin qada berxwedanê ya li Eşrefiyê û tevlî refên Tûgaya şehîdên Helebê ya YPG'ê bibin.''
QAMIŞLO