484 penaber hatin rizgarkirin
Li gorî daxuyaniya saziya parastina sivîl a Spanyayê, li Neqeba Cebelîtarik û Derya Alboranê, penaberên di dehan bot û keştiyan de hatin rizgarkirin.
Daxuyanî li ser twîtterê hate weşandin û hate ragihandin ku 484 kes ji mirinê hatine xilaskirin.
Li gorî daneyên Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) ji 1'ê Çile heta 18'ê Tîrmehê, hejmara penaberên hewl dane xwe di ser rêya deryayî ve bigihînin Spanyayê, 18 hezar û 653 ye. Pirraniya penaberên xwe gihandin Spanyayê welatiyên ji Gîne, Malî, Morîtanya û Fasê ne.
Li gorî daneyên IOM'ê, ji destpêka salê û vir ve 1.489 penaber di Derya Spî de xeniqîne ku herî kêm 294 ji wan li ser rêya Spanyayê mirine. NAVENDA NÛÇEYAN