MILÎTAN CÛDÎ / ROJNEWS / BEHDÎNAN
Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Muînî, têkildarî roja ji dayîkbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan roja 4’ê Nîsanê ku di heman demê de roja damezrandina PJAK’ê ye peyivî.
Siyamend Muînî di destpêka axaftina xwe de roja ji dayîkbûna Ocalan pîroz kir.
Muînî bal kişand ser girîngiya damezrandina PJAK’ê û got, “Dema ku PJAK hat damezrandin li Rojhilatê Kurdistanê valatiyeke siyasî hebû. Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê êrişên rejima Îranê zêde bûn. Destûr bi tu çalakiyê nedida û kesên azadîxwaz dihatin bêdengkirin. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bê hêvitiyeke siyasî dabû ferzkirin, di wê dema dijwar û aloz de PJAK hate damezirandin.”
Jin û ciwan pêşeng in
Muînî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rol û bandora jin û ciwanan ya di nava PJAK’ê de û got; “PJAK di pêşengiya xebata jinan û ciwanan de kariye bandoreke xwe bide avakirin. Di fikr, felsefe û paradîgma me de ev her du pêkhate karîne bandoreke xwe çêkin û her yek ji wan pêkhateyan jî li gorî taybetmendiyên xwe xwediyê sîstemekî xweser in. Her wiha di encama têkoşîna PJAK’ê de sîstemeke ji bo birêvebirina civakê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hate damezirandin. KODAR sîstemeke azadî û wekheviyê ye ji bo civaka Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.”
Muînî di dawiyê de got, “PJAK´ê kariye di warê siyasî, dîplomasî û parastinê de xwe bi hêz bike. Niha jî amadekariyan ji bo guhertinan dike. Herwiha kariye di çarçoveya xebat û têkoşîna hevbeş a neteweyî de li gel hêzên din ên Rojhilatê Kurdistan bi taybetî jî di xebata KNK’ê de bi rola xwe rabe.”