Di çalakiyên roja 94. a berxwedanê de 5 çete hatin kuştin, gelek cebilxaneyên çeteyan hatin desteserkirin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê da xuyakirin, li Kobanê pevçûnên dijwar qewimîn e û komên çete li ber berxwedana şervanên me YPG/YPJ’ê ji qewetê ketine.

Çete derbê dixwin

Navenda Çapemeniyê ragihand ku hêzên YPG/YPJ’ê li dijî komên çeteyan çalakî û êrîşên xwe didomînin û ev agahî da: “Bi şev li eniya başûr-rojhilat li derdora Qada Azadiyê li dijî çeteyên DAIŞ‘ê çalakiyek hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de 4 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin. Li eniya başûr jî komek biçûk a çeteyan hewl da ku têkeve mewziyên hêzên me. Hêzên me derbên giran li çeteyan dan û komên çete xwe li ber vê êrîşê ranegirtin û neçar man ku birevin. Li vê herêmê çeteyek tevî çeka xwe kuştî hat desteserkirin.”

Gelek cebilxane hat desteserkirin

YPG ragihand ku piştî şer hêzên wan li herêmê xebatên lêgerînê dane dest pê kirin. Cebilxaneyên eskerî yên ku çeteyan li pey xwe hiştin; 4 Kaleşnîkof, 1 çeka BKC, 1 B7 roket-avêj, 2 rext, 1000 guleyên BKC, 1000 guleyên Kaleşnîkof, 18 bombeyên destan, 1 lûleya BKC û gelek alavên leşkerî hatin desteserkirin. 

ANHA/KOBANÊ