Hêzên Rizgariya Efrînê HRE li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker du çalakiyên sabotajê kirin. Hate ragihandin ku di encamê de 5 çete hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.

HRE li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku li gundê Meryemîn ê navçeya Şera û qada Marê 3’ê Sibatê li dijî çeteyên artêşa Tirk 2 çalakiyên sabotajê hatin kirin.

Li gorî daxuyaniyê, di encama herdu çalakiyan de li gundê Meryemînê çeteyek û li qada Mareyê jî 4 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, çete û artêşa dewleta Tirk a dagirker bi obus, hawan û tankan bombardûmaneke giran li gundên navçeyên Şêrawa û Şera û Şehbayê kirin. Her wiha balafirên keşfê û şer li herêmê geriyan.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN