
Daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragîhandina YPG’ê ku li ser malpera fermî hate weşandin wiha ye: ˮPêşketina hêzên me yên Kantona Kobanê û Cizîrê a di çerçoveya Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ya ku ketiye roja xwe ya 49’an de didome. Hêzên me yên ku pêr piştî nîvro bajarokê Ayn Îsa ji çeteyan paqij kirin, operasyonên xwe ya vê bajarokê û derdora wê berdewam dikin. Di encama operasyonên ku li bakurê bajarokê Ayn Îsa tên meşandin, hêzên me gundên Me’ruda a Jor, Me’ruda a Jêr, Westa, Siweyhan û Ebdo, dîsa sawamayê nêzikî gundê Ebdo ji çeteyan paqij kirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di van operasyonan de nehatiye zelalkirin. Hêzên me yên ku li bajarokê Ayn Îsa xebatên xwe ya lêgerîne berdewam dikin, doçkakî 23,5mm a çeteyan bi dest xistin. Xebatên paqijkirina mayinan û legerîna di vê bajarok û gundên derdora wî de dewam dikin.ˮ
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN