Çeteyên DAIŞ`ê bi armanca valakirina Kobanê ji şêniyên wê û da ku pêla vegera koçberan bide rawestandin, roja 25’ê Hezîranê êrîşî bajar kir û komkujî pêk anî. Gelê Kobanê tevî ku komkujiyan pêla xwe ya vegerê domand û vegeriya gund û malên xwe. Rayedarên gumrika Kobanê diyar kirin ku ji êrîşa 25’ê Hezîranê û vir ve zêdeyî 4 hezar kesî ku piraniya wan malbat û ciwan in, vegeriyan herêmê.

Yek ji welatiyên Kobanê ku doh vegeriya xaka xwe bi navê Umerê Bêskî ye. Bêskî derbarê vegera xwe de got: “Me ji ber êrîşên 15’ê Îlonê ji herêmê koç kir. Heya niha ji ber zehmetiyên jiyanê em nikaribûn vegerin. Piştî komkujiyê hin kesên ku li derve dijîn, em ji vegerê ditirsandin. Lê yên di nav herêmê de em teşwîqî vegerê kirin. Lê em bi niyeta ku çi li vir biqewime ewê bimîne welatê me, em ê lê bijîn, vegeriyane û em ê jiyana xwe wisa bidomînin”.   


NAZDAR EBDО/KOBANÊ/ANHA