Zanyar gelek caran ji ber elaqeya naskirinê û carinan jî ji ber ku fînansor yan jî înstîtuyên li wan kar dikin, li ser wan ferz dikin, lêkolînên ecêb û sosret jî dikin. Di sala 2019´an de jî lêkolînên berfireh ên sosirmet hebûn.
DNA ya cinawirê Loch Nessê
Yek ji wan gerîna li DNA´ya cinawirê Loch Nessê bû. Li gorî zargotina li Skoçyayê di gola Loch Nessê cinawirek heye. Lê ev efsane herî kêm hezar salî ye. Dîsa jî îsal zanyaran ji bo tesbîtkirina DNA´ya vî cinawirî lêkolînek kir. Ji bo vê genetîkên ji 250 nimûneyên ji ava golê hatin lêkolan. Bi ser şopa 3 hezar ruhberan ve bû ev lêkolîn: masî, gakovî, beraz, bakterî û heta insan. Lê genetîka cinawirekî di nava wan de nehat dîtin.
Kêreke ji gû!
Ji zargotina Unuit ên Kanadayê ye ku zilamek di firtone û pûkê de, ji gûyê xwe bi xwe yê ku wê paşê qeşa bigire, kêrek çêkiriye û pê seyek kuştiye. Heta îsal kesî bîr nebir ka gelo tiştekî wiha mumkin e. Zanyar Metin Eren 8 rojan weke mirovên qutba bakur xwarin xwar, û piştre jî ji gûyê wî tîma wî kêrek çê kir û hewl da pê goşt bibirre. Lê li gorî lêkolînê ew kêr ne ti kêr e û bi kêra tiştekî nayê.
Kî van xecxecokan dixwe?
Giyayek bi navê misînkê bakur ê goştxwur (Sarracenia purpurea) xwe bi mêşan xwedî dike. Qet neba heta îsal wisa dihat zanîn. Komek zanyarî bîr bir ku li vê bikole, encam ecêb bû; 20 ji sedê van giyayên hanê xecxecok (juvenile salamander) jî xwarine. Giya bi ava xwe ya asîdî xecxecokan digire û paşê wan dicuyê û di nav dehrojan de jî tiştek ji wan namîne. Li gorî zanyaran ev giya ji kuştina 5 ji sedî ya temamê xecxecokên bi navê juvenile salamander e.
Zimanê me jî bêhn dike
Erê ziman jî bêhnan dike, bi heman rengê ku bêvila me bîhnan dike. Li gorî lêkolîneke îsal hatî kirin, şaneyên li ser zimanê me, bi heman rengê ku şaneyên bêvilê reaksiyonê nîşanî molekulên bîhnan didin, reaksiyonê nîşan didin. Gava ku molekuleke bêhnê li şaneyeke tamkirinê dikeve, li ser şaneyê ew molekul tê zeftkirin û heman reaksiyona ku xeberekê ji mejî re dişîne li wê jî pêk tê.
Hema weke qurmekî ji me re li vir be
Carinan ji bo mirov bibêje, mirina kesekî tehl û giran e, dibêje, hema weke qurmekî ha li vir li nav me bûye. Li Zelanda Nû bi lêkolîneke îsal derketibû holê ku qurmekî darê li daristanekê, tevî ku ti pel û çiqil jî pê ve neman, sax bû. Darên li derdorê koka xwe gihandibûnê û bi kokên xwe koka wê darê jî xwedî dikirin. Zanyaran navê parazît lê kir, lê ya darîçav û eşkere ew bû, ev dar jî civatek bûn û dixwestin, ew dara dibn qurmek be li nav wan be.