HEWRÊ KIRÊKAR / SILÊMANî / ROJNEWS

Li navçeya Xurmatû ya Selahedînê ji ber nebûna mamostayên beşê Fizîk û Kîmya, pirsgirêkên mezin ji bo xwendekaran çêbûye. Berpirsyarekî perwerdeyê diyar kir ku zêdetirî 10 sale ew daxwaza mamostayan dikin, lê hê jî Hikûmeta Herêma Kurdistan û Wezareta Perwerdeyê bersiva wan nedane. Niha li navçeyê ji bo 4 hezar û 600 xwendekaran tenê 5 mamosteyên kîmya û fizîkê hene.

Li navçeya Xurmatû ya Selahedînê 7 dibistanên navîn û amadeyî yên xwendekarên Kurd têde dixwînin hene. Li van dibistanan 4 hezar û 600 xwendekar dixwînin. Li van hemû bistanan tenê 5 mamosteyên waneyên fîzîk û kîmyayê didin hene.

Pêre nagihim

Mamostayê Ehmed Ezîz ê li Dibistana Amadeyekî ya Kurdistan a Keçan waneya kîmyayê dide li ser mijarê axivî û got; “Heftane zêdetir 25 waneyan didim û pêre nagihim. Gelek ref hene û mamosta nînin. Ew mamostayên hene jî, ji ber kêmbûna dem, weke pêwîst nikarin tam xwendekaran fêr bikin. Lewma divê li navçeyê hîn girîngî bi xwendina Kurdî were dayîn. Eger wiha be wê asta îsal ji par baştir nebe.”

Ehmed Ezîz, hikûmeta Herêma Kurdistanê sedemê sereke yê vê pirsgirêkê dibîne û got; “Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên Kurd li vê navçeyê  sedemên sereke yên vê pirsgirêkê ne. Ji ber ku girîngî bi perwerdeyê nedane. “

Heta niha ti bersiv ji nedane me

Rêveberê Perwerdeya Kurdî yê Xurmatû Ferîdun Qadir diyar kir ku li navçeya Xurmatû tenê 5 mamostayên waneyên kîmya û fizîkê hene û got;”Ev ji pirsgirêkekî mezin e. Di sala 2017 û 2018’an de rêja derketina ji van waneyan sifir bû. Nêzî 10 sale daxwazê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, lê hîn nekarine ji bo me çend mamostayan peyda bikin. Heta niha ti bersiv ji nedane me. “

Hikûmet bi erka xwe ranebûye

Ferîdun Qadir diyar kir ku li hinek dibistanên amadeyî qet mamosteyên waneyên kîmya û fizîkê nîne û got; “Carna yek mamoste li du dibistana waneyan dide. Ji sala 2014’an ve Bexda mamosteyan ji bo Xurmatû erkdar dike. Lê, tenê ji bo Tirkmen û Ereban, yek mamoste ji bo Kurdan negirtiye kar.”

Li Kerkûkê û navçeya Xurmatû xwendin girêdayî Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê ye. Lewma erkdarkirina mamostayan ji bo Kerkûk û Xurmatû erka hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

 
 

Ji bo zarokan seferber bûn

   

Şêniyên gundê El-Sewa yê girêdayî gundewarên rojavayê Dêra Zorê bi xwe dibistana gund sererast kirin. Lê ji ber ku di sinifan de daniştok tinene, zarok li ser erdê rûdinin.

Şêniyan dibistan sererast kir û boyax kir. Piştî bidawîbûna xebatê, zarokan berê xwe dan dibistanê. Lêli dibistan daniştok kêm in. Ji ber wê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê dê daniştokan ji dibistanê re peyda bike.

Zekeriya El-Esaf ê ji şêniyên gund e û xebatên sererastkirina dibistanê dişopîne got: “Me xebat li dibistana El-Sewa rojava bi dawî kir û zarok çûn dibistanê. Xebata me ji bo kenê zarokan  kêm e jî.”

 

ANHA/DÊRAZOR