Li aliyê din li ser Facebookê koma bi navê Black Power Political Organization (Rêxistana Siyasî ya Hêza Reş / BPPO) berpirsiyariya êrişan girte ser xwe û banga kuştina “polîsên nijadperest” li tevahiya welatiyên reşik ên Emerîkayê kir.
Li gorî ajansa Reutersê ev bûyer di dîroka nêz de bûyera herî cidî ya li dijî polîsan derketî pêş e. Piştî ku Philando Castile û Alton Sterling ên reşik li Eyaletên Louisiana û Minnesotayê ji hêla polîsan ve hatin kuştin, li Dallasê, li Parka Belo Gardenê xwepêşandan hatin lidarxistin. Pêr li gorî saeta herêmî di 20.45’an de 2 sekvanan gelek polîs kirin hedef. Di encamê de 5 polîs hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn û rewşa 3 polîsan jî giran e. Li gorî şahidên buyerê êrîşa li hemberî polîsên emerîkî, dema ku girse belav dibû pêk hatiye. Li gorî agahiyên polîsan, 3 kes hatine binçavkirin û yekî ji wan bi polîsan re şer kiriye.
45 deqeyan şer kir
Di vê navberê de şefê polîsan ê Dallasê David Brown, diyar kir ku kesê bi polîsan re şerê çekdarî kiriye îdîa kiriye ku wî ‘li her çar aliyên bajêr bombe bi cih kirine’.
Brown weha awivî: “Gumanbarek ev 45 deqe ye bi me re şer dike, wî got, dawî hatiye, ew ê zêdetir polîsan bikuje û him li ciyê ku xwe veşartiye û him jî li beşên din ên bajêr bombe hene.”
Şaredarê Teksakê Mike Raqlings li ser bûyerê civîneke çapemeniyê li dar xist û got, “Bi rastî ev kabûsa me ya herî xirab bû. Ji bo bajarê Dallasê demeke dilşewat e.”
1482 kes hatin qetilkirin
Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ji destpêka sala 2015’an ve piraniya wan welatiyên reşik heta niha 1482 kes ji aliyê polîsan ve hatine kuştin. Li gor agahiyên ji saziyên statîstîkî li Emerîkayê di navbera Çile û Mijdara sala 2015’an de piraniya wan reşik 990 kes di encama gulebarana polîsan de hatin kuştin. Di sala 2016’an ve di 6 mehên destpêkê de 492 sivîl hatine kuştin.
DALLAS