Cenazeyên Şervanên YPG’ê Ibrehîm Muradî ( Xeyrî Cûdî) û Ismaîl Mihemed Zadî di 30 û 20’ê Nîsanê de di berxwedana di navbera Til Temir û Hesekê de jiyana xwe ji dest dane, her wiha cenazeyê şervanê YPG’ê Mistefa Subhî (Rizgar Kobanê) ê ji bo dermankirinê biribûn Bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê û tevlî hemû hewldanan di 4’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da, spratin axê.
Cenazeyê şervanan ji aliyê hezaran kesî ve ji Nexweşxaneya Dêrikê hatin wergirtin birin goristana Şehîd Xebat a Dêrikê. Li vir merasekî leşkerî ji aliyê hêzên Asayîşê û YPG’ê hate lidarxistin. Piştre Fermandarê YPG’ê yê herêma Dêrikê Nûrheq Pinar û nunera Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aras Kardox axivî û sersaxî ji malbatên hemû şervanên YPG’ê re xwestin ku di berxwedana Hesekê û Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dane.
Piştî re sicîlê şervanan hate xwendin û cenaze radestî malbatan hatin kirin. Piştî axaftinan cenazeyên şervanan bi tilîlî û diruşmeyan spratin axê.
Li Kobanê 2 cangorî
Li Kobanê jî bi sedan welatiyên bajarê Kobanê cenazeyên şervanên YPG’ê Arif Şahîn (Şahîn Şahîn) û Fethî Şêxo (Zinar Kobanê) ên 9’ê Gulanê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan spartin axê.
Bi sedan welatî li ber Saziya Malbatên Şehîda a Kobanê kom bûn, piştî wergirtina cenazeyên herdû şervanan, girseya gel ku bê navber diurşme davêtin bi kerwanekî tirmpêlan ber bi goristana Şehîd Dicla derketin rê.
Li goristanê merasîmek hate lidarxistin. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê Faris Etê, li ser navê Rêveberiya Kantona Kobanê Cîgirê Serokê Desteya Kar û Barê Civakî Şervan Muslim axivîn. Di axaftinan de sersaxî ji malbatên cangoriyan re ahte xwestin û hate gotin ku gelê Kurd dê li dijî çeteyan li ber xwe bide. Di axaftinan de her wiha hate destnîşankirin ku berxwedana gelê Kurd bala hemû cîhanê kişandiye ser xwe. Di dawiya axaftinan de soza şopandina riya cangoriyan hate dayîn.
Li ser navê Malbatê Şervanê YPG’ê Şahîn Şahîn biarayê wî Ferîdon Şahîn axivî û got: ˮBiarayê min şahîn li ser riya xwîşka xwe ya şehîd Peyman meşiya. Ez jî soz didim ku ez ê çeka wî li erdê nehêlim û ez ê jî li ser şopa wan bimeşim. Ez ê tola wan hilînim.ˮ
Piştî axaftinan girseya gel cenazeyên herdû cangoriyan spartin axê.
DÊRIK/KOBANÊ