Saziyan lêkolînên xwe kirin rapor. Serokê Odeya Tabîban Cengiz Gunay, diyar kir ku piştî ew hemû girtiyên nexweş ziyaret bikin dê raporê peşkêşî rayedaran bikin. Gunay, anî ziman ku rewşa tu girtiyên nexweş ne baş e û ji bo li ser rewş û mafê wan têbikoşin dest bi xebatê kirine.

Rewşa 160 kesî giran e

 Gunay, anî ziman ku piştî komîsyon hat avakirin li girtîgehan geriyan û li ser rewşa girtiyên nexweş lêkolîn kirin. Gunay, anî ziman ku li gorî lekolîn û daneyan li hemû Girtîgehên Tirkiyeyê di navbera 750 û 780 girtiyên nexweş hene û 160 girtî rewşa wan giran e. Gunay, da zanîn ku 50 girtî jî bi nexweşiya pençeşêrê ne û rewşa wan giran e. Gunay, da zanîn ku divê hemû girtiyên nexweş bi lezgîn bên berdan û li derve bên dermankirin. Gunay, anî ziman ku piştî wan girtiyên nexweş tespît kirin, dê ji niha û şûnde bi hemû girtiyên nexweş re yek bi yek hevditin bikin û raporê amade bikin û wiha got: "Em dê hemû agahî û belgeyên girtiyên nexweş raporên wan amade bikin. Em dê bi rapor û belgeyên girtiyên nexweş raporê amade bikin.

Têkoşîna jiyanê didin

Gunay, destnîşan kir ku girtiyên nexweş ji ber şert û mercên xerab ên girtîgehê nexweşiyên wan girandir dibin û li dijî vê nexweşiyê tekoşinek mezin didin. Gunay, da zanîn ku ji ber şertên xerab ên girtîgehan girtiyên sax jî nexweş dikevin û wiha got: "Em dikarin bêjin girtiyên nexweş. Herî dawî girtiyekî nexweş ji qirîza dil jiyana xwe ji dest da. Odeya Tabîban a Amedê lêkolîn û çavdêrî kir. Li nexweşxaneyên Amedê koxuşa girtiyan tune. Girtiyên nexweş bi rêk û pêk nayên dermankirin. Girti li nexweşxaneyan nayên emeliyatkirin. Hem li Nexweşxaneya Lêkolînê û hem jî Nexweşxaneya perwerdehiyê me nivîsên fermî ji wan re şandin. Mixabin bi taybeti Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê koxuşên girtiyên nexweş li qadê bodrûmê de ye. Her ku baran dibare di bin avê de dimine. 3 carin derdixin îhaleyê, lê dîsa çênakin. Girtiyên nexweş dişînin Riha, Xerpêt û Meletiyê û wan li wir emeliyat dikin. Piştî emeliyatê wan bi maşineyên rîngê dibin û tînin. Ev bandorek neyîni li ser tenduristiya wan dike."

Serdana hemû girtiyan

Gunay, da zanîn ku wan 6 komisyon ava kirin û dê bi van komîsyonan li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê hemû girtiyên nexweş yek bi yek ziyaret bikin û bi riya parêzer û malbatan xwe bigînin hemû girtiyan. Gunay, da zanîn ku pişti ziyareta hemû girtiyan dê li ser rewş û nexweşiyên wan raporê amade bikin û raporê ji Wezareta Dadê û rêveberiyên girtîgehan re bişînin. 

DÎHA/AMED