Çalakiya Dayikên Aştiyê ya li seytereya PDK’ê ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de di roja 5´an de ye. Dayîk eşkere dikin ku heta ku bersiva daxwaza wan a rewa neyê dayîn wê çalakiya xwe dewam bikin.Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê (Teşkîlata Îstîxbarata Tirk) Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê wargeha Mexmûrê careke din bû hedefa êrişan û dor lê hat girtin. Ev 50 roj in dorpêç û ambargoya li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dewam dike.

Dayîkên Aştiyê xwestin wek şandeyekê serdana berpirsên Hewlêrê bikin, lê dîsa rastî astengiya seytereya asayîşa PDK’ê hatin.

Nahêlin kes biçe cem dayikan

Ev 5 roj in Dayikên Aştiyê  li ber seytereya Asayîşa PDK’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirine. Dayîkên aştiyê diyar dikin ku heya ambargoya li ser wargehê ranebe, ew dest ji çalakiyên xwe bernadin û wê çalakiyên wan dewam bikin.

Hêzên ser bi Asayîşa PDK’ê heqaret û bê mafî li dayîkên aştiyê kiribûn, lê dayîkan dawî li çalakiya xwe ne anîn. Bi gotina ‘Berxwedan jiyane’ bersiv dan hêzên asayîşa PDK’ê.

Di roja yekem de dayîkan xwestin daxwazên xwe pêşkêşê berpirsên asayîşê bikin, lê daxwazên dayîkan nehatin qebûlkirin. Piştre dayîkan xwestin bi berpirsê seyterê re hevdîtinekê bikin, lê ji vê yekê re jî astengî hate derxistin û pêşmergeyan êrişê dayîkan kirin.Tevî êrişan jî çalakiya dayîkan bi îradeyek xurt dewam dike.

Ciwanên Mexmûrê belavok belavkirin

Ciwanên wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê li ser ambargo û dorpêça li ser gelê penaber belavokên bi erebî û kurdî li navçeya Mexmûrê belav kirin û   li ser rewşa ambargoyê agahî dan gelê Mexmûrê. Û ji wan xwestin ku weke xelqê Başûr vê zilma li ser xelqê pemaber, qebûl nekin.”           

 

MEXMÛR/ROJNEWS