Odeya Ragihandina Heşdî el Şeebî ragihand ku li Girtîgeha Badoşê ya Mûsilê gorekî komî ya 500 cenazeyên girtiyan tê de hatiye dîtin.

Odeya Ragihandina Heşdî el Şeebî îro bi daxuyaniyekî nivîskî ragihan ku li Girtîgeha Badoşê ya Mûsilê gorekî komî dîtine. Li gorî daxuyaniyê cenazeyê 500 girtiyên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine kuştin di gorê de ne.

Li gorî daxuyaniyê girtîgeha Badoşê ji aliyê rojava ve 15 km dûrî Mûsilê ye. Heşdî el Şeebî ragihand ku ev girtî di sala 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine kuştin.

Di 10’ê Hezîrana sala 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve Mûsil hate dagirkirin û di vê demê de gelek girtî ketin di destê çeteyên DAIŞ’ê de. 


NAVENDA NÛÇEYAN