Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di sala 2007'an de ji bo xizmetê tenduristiyê bide sewalan Navenda Rehabilitasyon Stargeha Sewalan ava kir. Navenda Stargeh û Rehabîlîtasyonê li ser rêya Erxenî hatiye li ser 16 hezar û 50 metrekare zeviyê hat avakirin û 5 salin xizmeta tenduristiyê dide sewalan. Navenda Stargeh û Rehabilitasyona tenduristiya sewalan ji xeynî sewalên herêma Amedê xizmetê dide sewalên bajarên herêmê jî. Navneda ji 2 üniteyan pêk tê û yek jê niha girtî ye. Ji ber ku li bajarên herêmê malên stargehê tune gelek welatî sewalên xwe ji bo dermankirinê tînin vir. Navenda tenduristiya sewalan ku ji yekîneyên 5 kedkarên tenduristiyê û 24 personelan pêk tê bi awayekî rêk û pêk xismetê didin. Navenda tenduristiya sewalan bi 3 maşîneyan, sewalên derdorê kom dikin. Navenda Stargeh û Rehabîlîtasyonê ji roja hatiye vekirin heta niha xizmet daye 5 hezar sewalan û derman kirine. Niha nêzî 500 pisîk kûçik li stargehê hene. Li navendê alav û amûrên wekî rontgen, ultrason, alava xwînê, gelek avalên dermankirinê hene. Li navenda sewalan hem karê termankirinê û hem jî karê parastinê tê kirin.


Ji bo sewalên bê xwedî xizmet

Bêtarê sewalan û pevirdarê Navenda Rehabilitasyon Stargeha Sewalan Akin Koçhan, diyar kir ku ew bi 5 kesên yekîneya tenduristiyê û 24 personelan bi awayekî pisporî xizmetê didin. Koçhan, anî ziman ku ew bi feraseta "aşî bike û bixesîne" dixebitin û wiha got: "Em berê sewalan kontrol dikin. Li gorî şert û mercên wan, li gorî cureyên wan û tenduristiya wan em kontrol ikin. Yên hewce be em aşî dikin yên lazim be jî em dixesînin. Salona me ya operasyona aşîkirinê neye. Cîhanê ze yên aşîkirinê hene. Em dê di demek nêzîk de salona xesandinê jî vekin. Dê cihaza me ya xesandinê ya mobîl jî têkeve meriyetê. Heta niha me mudaxaleyî 5 hezar sewalan kir û derman kir. Em sewalên ku ji derve kom dikin berî her tiştî em wan di kontrolê re derbas dikin. Piştî em wan ji parazitan diparêzin û rizgar dikin em wan dixin bin kontrolê. Sewalên ku lazim e bên xesandin piştî di pêvajoyekê re derbas dibe tên xesandin. Yên ku em mudaxale nakin jî dîsa em wan dişînin cih û warên wan ên berê. Em sewalên bê xwedî û nikaribin li derve bijîn heta temenê wan hebe diparêzin û wan xwedî dikin."

Sewalan biparêzin û xwedî bikin

Koçhan, da zanîn ku ji ber welatî herî zêde sewalên xwe yên tenduristiya wan baş tînin mala stargehê zahmetiyan dijîn û wiha got: "Vir cihê parastin, starî û dermankirina sawalan e. Em nikarin heta dawî li sewalên saxlem binerin. Ji ber vê yekê sewalên saxlem ku tînin vir em wan dixesînin û berdidin derve. Li Amedê nêzî 7500 sewalên bêxwedî hene. Gova me ya stariyê têra 750 sewalan heye. Hemû derfet û amûrên me yên dermankirinê hene. Dermanên me hene û salona me ya operasyonê heye."
Koçhan, destnîşan kir ku ji ber li bajarên herêmê stargeh û rehabîlîtasyon tune gelek welatî sewalên xwe tînin vir û hem li sewalên Amedê û hem jî li sewalên bajarên derdorê dinerin û derman dikin. Koçhan, destnîşan kir ku ji roja cîhan hatiye avakirin sewal û mirov di nava hev de jiyane. Koçhan, da zanîn ku heta hişmendiya mirov û sewal di nava hevde bijîn pêş nekeve stargeh nabe çareserî û xwest mirov li sewalên bêxwedî xwedî derkevin û her kes sewalan biparêzin û xwedî bikin.

DÎHA/AMED