QSD’ê têkildarî qonaxa duyemîn a operasona li dijî hucreyên veşartî yên çeteya DAIŞ’ê ku li Hesekê û Dêra Zorê tê meşandin, daxuyaniyek da û ragihand ku hêzên wê 51 çete girtine.

Di civîna çapemeniyê ya QSD’ê ya li navçeya Şedad a Kantona Hesekê de bîlançoya qonaxa duyemîn a operasyona li dijî hucreyên çeteyên DAIŞ’ê ya li Dêra Zor û Hesekê hate ragihandin.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Şedadê, Seyîl El Zobaî daxuyanî da. Zobaî eşkere kir ku di operasyona hêzên QSD’ê de ji 30’ê Gulanê ve 72 kîlometreyên bi çarçik ji hucreyên DAIŞ’ê hatiye paqijkirin.

500 gund û gundik paqij bûn

El Zobaî destnîşan kir ku di operasyonê de 2 hezar û 200 şervanên QSD’ê li gel 300 endamên Hêzên Ewlekariya Hundir û polîsan cih girtine. El Zobaî got, “Ji saet 01:00’ê û pêve hêzên me, bi awayekî taktîkî ketin tevgerê û dor li herêmên operasyonê girtin. Operasyonê saet 04:00’an destpê kir heta 16:00’an dewma kir.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di çarçoveya operasyonê de 500 gundik û gund ji hûcreyên çeteyên DAIŞ’ê hatine paqijkirin, 51 çete jî hatine girtin.

Li gorî daxuyaniyê 35 çekên kalaşnîkof, 1 çeka BKC, 5 çekên Bruno, 11 demançe, 6 çifte, 2 wesayît û motorsiklêtek hatine desteserkirin.

El Zobaî di dawiya daxuyaniyê de got, “Em malavahiya gelê xwe dikin ku bi me re bû alîkar. Armanca operasyonê ew e ku ewlekariya herêmê misoger bike û herêmê ji hucreyên DAIŞ’ê paqij bike. Di tevahiya operasyonê de gelê me, li ser cihên çeteyan agahî bi me re parve kirin û destek da me.”

Hêzên QSD’ê di qonaxa yekem a operasyona li dijî hûcreyên veşartî yên DAIŞ’ê de 15’ê Gulanê jî 42 çete girtibûn.

 

HESEKÊ