
Operasyona rizgarkirina bajarê Tebqa û bendava Firatê îro di roja 45’an de didome. Çeteyên DAIŞ li derveyî bajêr êrîşên xwe zêde dike.
Pêr serê sibehê di seet 05.30’an de çeteyan ji aliyê Reqayê ve êrîş birin ser gundên Safsafah û Sahil El-Xeşab. Li her du gundên li rojhilatê Tebqayê, heta derengiya şevê şer domî. Di encamê de êrîşa çeteyan a li ser gundê Safsafah hat şikandin û piştî nîvê şevê şervanên QSD’ê dest bi operasyonê kirin. Der barê encama şer de heta niha agahiyên zelal nehatine bidestxistin.
Şerê li gundê Sahil Ebû Xeşeb ku pêr dest pê kiribû heta doh jî domî.
Li Tebqa Nû (Taxên Hey Ewwel, Tanî û Salis), ku taxên li derveyî bajêr in şerekî dijwar diqewime. Fermandarên QSD’ê diyar kirin ku ji pêr şev heta doh di vî şerî de herî kêm 53 çete hatine kuştin.
Li gorî agahiyan, di vî şerî de 3 şervanên QSD’ê jî şehîd bûn û 4 jî birindar bûn.
Li aliyê din navenda bajarê Tebqayê, di 2’ê Nîsanê de ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve ji DAIŞ‘ê hate paqijkirin û heta niha xebata paqijkirina bermayiyên çeteyan didome.