DÎNDAR KARATAŞ / MA/ERZROM

Zulkuf Korkmaz ku li Erziromê dimîne, dengbêjiya ku ji dayika xwe fêr bûye, ev 53 sal in dewam dike. Bi navê xwe yê li nava xelkê Zulkufê Qado 60 salî ye, li taxa Yûnûs Emre ya navçeya Palandoken a Erziromê dimîne. Zulkuf ji dayika xwe Senama Mistê fêrî dengbêjiyê bûye û ev 10 sal in çîroka kilamên ku li herêmê tên gotin, lêdikole û dinivisîne. Korkmaz ku bi vê yekê hewl dide antolojiya kilamên Kurdî çêke, xeyala wî ya herî mezin ew e ku li gundê xwe dîwaneke dengbêjan ava bike û vê çandê ragihîne nifşên piştî xwe.

Zulkufê Qado, bi kilama “Silo Bego” ku ji dayika xwe hîn bûye, 7 salî dest bi degbêjiyê dike. Sala 1999’an li Erziromê tê binçavkirin û êşkenceyeke giran lê tê kirin. Ji ber vê yekê piyekî wî seqet dibe. Zulkuf, li ser vê yekê Tirkiyeyê li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) sala 2006’an mehkûmî dayîna tazmînatê dide kirin.

Heta îro Zulkufê Qado, 196 kilam nivîsandine û her wiha ji bo Berxwedana Kobanê, Komkujiya Şengalê, Parêzer Medet Serhat ku di sala 1994’an de hat qetilkirin, Rojnamevan Ferhat Tepe ku di sala 1993’an de hat qetilkirin û Parêzer Tahîr Elçî ku li Amedê hat qetilkirin, kilam nivîsandiye û awaz dayê wan. Armanca wî ew e ku li gundê xwe dîwana dengbêjan ava bike û vê çandê ragihîne nifşên piştî xwe. ew niha difikmire ku havînan li ser Kurdî û dengbêjiyê zarokên li gundê xwe perwerde bike.