
Di daxuyaniyê de hate gotin ku komên çete yên DAIŞ’ê di 26’ê Adarê de komên çete yên DAIŞ‘ê bi awayekî berfireh êrîşî bajaroka Cezaa a Til Koçerê kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çeteyan hêzên xwe ji Reqa, Dêra Zorê, Şedadê û Holê anîn û xwestin herêmê bi giştî dagir bikin û piştre ber bi bajarên Til Koçer û Rimêlan ve pêşde werin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku DAIŞ‘ê ji bo plana xwe pêk bîne jî bi çekên giran ji 10 aliyan ve êrîşî bajaroka Cezaa kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên YPG/YPJ’ê û bi alîkariya Asayîşa Rojava bersiva êrîşan da û di şeva yekem de çete ji bajarok derxistin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di roja 27’ê Adarê de hêzên YPG’ê li dijî paygehên çeteyan ên li gundê Begara çalakî lidarxistin û di encama çalakiyê de komên çete neçar man ku ji herêmê birevin û kuştî û çekên xwe li pey xwe bihêlin.
‘Pênc gund hatin rizgarkirin’
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di 28’ê Adarê ango îro jî hêzên YPG’ê bargehên çeteyan ên li Gundê Til Sihêl a Cezaa hedef girtin û di encamê de şer û pevçûnên dijwar derketin û wiha hate domandin: ‘’ Komên çete neçar man ji herêmê birevin. Hêzên me di gundên herêmê de opersyonek berfireh dan destpêkirin û di encamê de gundên Zerqa 1, Zerqa 2, Zerqa 3, Qadisiyê û Erca hatin rizgarkirin û opersyona me hîn jî didome.’’
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama êrîşa çeteyan de 4 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan û wiha hate domandin: ‘’ Çar şervanên me piştî ku afsaneyên berxwedanê nivîsanidn û bersiva çete û terorên ku êrîşî Rojava dikin bi qehremanî şehîd bûne.’’
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama şerên herêma Cezaa de 56 endamên komên çete hatin kuştin, 18 cenazeyên wan ketin destê YPG’ê, her wiha 22 kilaşinkov, 3 BKC, 5 ARG, 70 bombeyên destan, 2 demançeyên şer, 2 tirmpêl û gelek cebilxane û zexîre hatin desteserkirin.
‘Armanc dagirkirina herêmê ye’
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşa xwekujî ya li dijî navenda YPG’ê ya Tirbespiyê ku di êvara 26’ê Adarê de pêk hat û di encamê de 2 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji destdan bi çarçoveya plana dagirkirina herêma Til Koçer û Rimêlan û herêmên din ên Cizîrê pêk hatiye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şerê DAIŞ‘ê ya vekirî ku navenda wê Kobanê ye bi armanca dagirkirina herêmên Rojava pêk hatiye û wiha hate domandin: ‘’Êrşa li dijî Cezaa jî bi awayekî plankirî di çerçoveya dagirkirina Rojava de pêk hatiye.’’
Fermandariya YPG’ê di daxuyaniya xwe de careke din bibîr xist ku hêzên wan dê bi hemû imkanên xwe parastina pêkhateyên herêmê bikin û dê li ser soza xwe ya parastinê bimînin û wiha hate gotin: ‘’Em ê heta dawî bimînin wekî mertala zindî ya herêmê û buhayê wê çibe bela bibe em ê nehêlin ku planên DAIŞ‘ê ên dagirkirina Rojava biserkevin. Hêz û îradeya ji bo vê yekê têrê heye.’’
NAVEDAN NÛÇEYAN
Bi sedan kes tevlî YPG’ê bûn
Bi sedan welatiyên ji bajarê Dirbêsiyê ku ji pêkhateyên ereb û kurd in tevlî ku zarokên wan jî hene biriyar dan û tevlî nava refên YPG’ê bûn.
Piştî YPG’ê seferberî îlan kir, tevlîbûna nava refên YPG’ê zêde bû. Bi sedan welatiyên ji pêkhateyên kurd û ereb tevlî ku xwedî malbatin jî tevlîbûna xwe ya di nava refên YPG’ê ragihandin. Bi sedan kes li meydana Şehîdan a Dirbêsiyê kom bûn û bi merasîmekê tevlîbûna xwe ya di nava YPG’ê re ragihandin. Welatiyan diyar kirin ku amade ne berê xwe bidin Kobanê û parastina herêmê ji êrîşên komên çete biparêzin.
Di merasîmê de Şêxek ji Eşîreyên Ereban Ebdela Telal axivî û diyar kir ku ji bo parstina herêmê pêdiviya gelên herêmêbi jiyana hevbeş û biratiya gelan heye. Ebdela êrîşên komên çete yên li ser herêmê şermezar kir û got ku komên çete yên êrîşî herêmê dikin ji aliyê welatên cîran û yên herêmêhatine pişgirkirin. Ebdela soz da ku ew amadene di qadên berxwedanê de parastina herêmê bikin û bi YPG’ê re bibin yek.
Di merasîmê de her wiha Fermandarê YPG’ê Reşîd Umer axivî û da zanîn ku ji bo parastina herêmê pêwîstî bi yek destiyê heye. Umer bang li welatiyên hemû temenan kir ku tevlî YPG’ê bibin û berê xwe bidin qadên parastinê.Piştî merasîmê welatî li ser navendên YPG’ê hatin belavkirin da ku berê xwe bidin qadên şer ên Serêkaniyê û deverên din.
DIRBÊSIYÊ
Li Kobanê şer didome
Şer û pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de dewam dikin. Di pevçûnan de 7 çete hatin kuştin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Eniya El-Ekrad hatine bidestxistin, şer û pevçûnên li herêmên Kobanê di navbera YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de dewam dike.
Heman çavkanî destnîşan kir kir ku li derdora gundê Xerab Eto yê rojavayê Kobanê 7 endamên komên çete hatin kuştin û cenazeyên wan birine nexweşxaneya bajarokê Cerablusê. Çavkanî diyar kir ku şerê di navbera şervanên El-Ekrad bi piştgiriya tabûrên Ehfad El-Resûl ên li bakurê Helebê dewam dike. Heman çavkanî teqez kir ku şervanên El-Ekrad di şer de çekên giran bikar tînin û di encama şer de gelek endamên çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.
Li aliyê din çavkaniyên herêmê destnîşan kirin ku li herêma Girê Spî (Til Ebyedê) jî şer û pevçûn dewam dikin. Hate gotin ku li wê herêmê di hefteyekê de zêdeyî 60 çete hatine kuştin.
KOBANÊ