Gerîlayan di nava hefteyekê de ji artêşa dewleta Tirk herî kêm 59 esker kuştin, di heman demê de jî 5 gerîla şehîd bûn. HPG´ê ji bo berevajîkirina rewşê jî got, bi temamî derew in ji bo ku biserneketina artêşa Tirk binixumînin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di nava hefteyekê de 59 eskerên Tirk di çalakiyên gerîlayan de hatine kuştin.
HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku gerîla li navçeyên Çelê û Şemzînan ên Colemêrgê û navçeya Cizîrê a ser bi Şirnexê li dijî eskerên Tirk çalakiyên bi bandor li dar xistine.
HPG’ê di daxuyaniyê de got, “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêze çalakî lidarxistin. Agahiyên berfireh ên têkildarî çalakiyên wiha ne;
Li Girê koordîne 4 esker hatin kuştin
Hêzên me roja 8’ê Îlonê seat 08:00’an, li dijî eskerên Tirk ên li girê Koordîne yê navçeya Çelê ya ser bi Colemêrgê bi cih bûbûn, çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de çeperên dijmin bûn hedef, çeperek hate rûxandin û bi qasî hate tespîtkirin 4 esker hatin kuştin.
Li Şemzînanê 4 çeperên dijmin hatin rûxandin
Roja 9’ê Îlonê seat 15:30’an de hêzên me li dijî eskerên Tirk ên li girê Şikerê Spî yê herêma Gelîşîm ya navçeya Şemzînan a ser bi Colemêrgê bi cih bûbûn, çalakiyek li dar xist. Bi serketî li çeperên dijmin hate xistin û 4 çeper hatin rûxandin. Di çalakiyê de gelek eskerên dijmin hatin kuştin û birîndar bûn, lê têkildarî hejmarê agahiyên zelal bidest neketin.
Li Cizîrê ejderek hate rûxandin
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de roja 8’ê Îlonê seat 10:30’an li dijî 2 wesayîtên zirxî yên ku di navbera gundên Dader û Hesena yê navçeya Cizîrê a ser bi Şirnexê dewriye digeriyan, çalakiyek li dar xist. Bi serketî li wesayîta zirxî ya tîpa ejder hate xistin û wesayît hate rûxandin. Di vê çalakiya bi bandor de hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin. Hêzên dagirker seat 15:00’an de bi gelek wesayîtên zirxî hem enkaza wesayîtê û hem jî kuştî û birîndarên xwe rakirin.
Derewên dewleta Tirk
Îro (doh) malpera fermî ya Wezareta Karê Navxwe ya dewleta Tirk û medyaya şerê taybet ragihand ku vê hefteyê 35 gerîla şehîd bûne. Daxuyaniya ku dane, ti têkiliya xwe bi rastiyê re tine, bi temamî xwe dispêrê şerê psîkolojîk.
Di nava hefteyekê de 59 leşker hatin kuştin
Vê hefteya dawî li Colemêrg û Amedê bi giştî 5 hevalên me şehîd bûne û ev agahî bi raya giştî re hatine par ve kirin. Her wiha vê hefteya dawî hêzên me 22 çalakî pêk anîne, 59 esker hatine kuştin, 3 wesayitên zirxî hatine rûxandin û 10 çalakî bi berfirehî ji aliyê me ve hê nehatine zelalkirin.”
Propagandaya li ser derewan
Her wiha HPG’ê bi bîr xist ku artêşa dagirker a TC’ê û dewleta wê bi rê û rêbazên şerê taybet bi nûçeyên derew dixwazin raya giştî bixapînin û wiha dewam kir: “Artêşa dagirker a TC’ê ku ji bejahiyê ve nikare li dijî gerîla şer bike, her roj çiyayên Kurdistanê bombe dike. Her dema ku êrişa hewayî tînin, behsa windahiyên me dikin. Divê hemû raya giştî baş bizane, hemû gotinên dewleta Tirk û artêşa wê propagandaya li ser derewê ye, bi vê, hêzên ku qels bûne û nikarin şer bikin, serneketina xwe dinixumînin.”
ANF/BEHDÎNAN