Li 5 bajaran doh serdegirtina malan pêk hat. Di serdegirtina malan de şarêdar û rêveberên BDP jî hatin binçavkirin. Li Mêrdînê Alîkarê Şarêdariya Qoserê Şemsettîn Sulhan hate binçavkirin û li Dêrikê polîsan bi ser mala Alîkarê Şarêdarê Navçeyê Nedîm Karahan de girtin.
Li Colemêrgê 21 kes
Li bajarê Colemêrgê, li navçeya Çêlê û gundan di heman demê de polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de li bajarê Colêmergê 8, li Çêlê 4 û li gundên wê 9 bi giştî 21 kes hatin binçavkirin. Navê hin kesên hatin binçavkirin weha ne; Hizir û Zeynep Ozkan, Fuat Guler, Esmer Koç, Suleyman Guler, Ramazan Turan, Bunyamîn Bozkurt, Tahsîn Taşkin û Fahrî Başaran. Kesên hatin binçavkirin birîn Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê.
Zeynep Ozkan a ku di serdegirtina malan de hate binçavkirin ji ber rewşa wê ya tendurîstiyê giran bû rakirin beşa lezgîn ya Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.
Li Dêrikê 15 kes hatin binçavkirin
Li Dêrika Çiyayê Maziyê jî doh li gundên Qizil û Xirbêya yê navçeyê polîsan bi ser gelek malan de girtin û 15 kirin binçavan. Di serdegirtina malan de Serokê BDP'a navçeyê yê berê M. Salîh Koca û keça wî Rozerîn Koca û hevsera wî Bedîa Koca jî hatin binçavkirin. Der heqê dosyayê de biryara veşartinê hat girtin. Navên kesên hatine binçavkirin weha ne: "Rêvebirên BDP'a Dêrîka Çiyayê Mazî Şakir Demîr, Fatma Adam, Îhsan Avlar, Endamê Meclîsa Şaredariya Dêrikê Îsmaîl Çelîk, endama Însiyatîfa Dayîkên aştiyê Emriye Ektiren, Serokê BDP'a navçeyê yê berê M.Salih Koca, endamên KCD'ê Muslume Bahçeci, Sinan Acar, Ahmet Has, Mehmet Temel, Fadil Denk, Mahmut Aktaş, Mazlum Koca, Rozerin Koca û Bedia Koca.
Ji aliyê din ve Alîkarê Şarêdariya Qoserê Şemsettîn Sulhan dema çû serdana endamên meclîsa şarêdariyê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hate binçavkirin, lê paşê serbest hate berdan.
Li Cizîrê 9 kes binçavkirin, 10 jî girtin
Li navçeya Şirnexê Cizîrê jî di encama serdegirtina malan de endamên meclîsa şaredariyê û xebatên şaredariyê jî di nav de 9 kes hatin binçvkirin. Polîsan li taxên Cudî û Nûrê bi ser gelek malan de girtin. Hat hînbûn ku gelek polîsên tevgera taybet jî tevlî serdegirtinan bûn. Di serdegirtinan de endamê meclîsa şaredariyê Emin Yapar û xebatkarên şaredariyê Tahir Duru, Ali Kumak, Osman İnanç, Gohar Magi, Meryem Gasyak, Murat Çabas, Halil Dalmış û Abdulkerim Malgaz hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku 9 kes bi sedema tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûne hatine binçavkirin.
Ji aliyê din ve 13 kesên ku li Cizîrê di 15´ê Nîsanê de hatibûn binçavkirin derketin pêşberî dadger. Li dadgehê 10 kes bi îdîaya tevlî çalakiyên dij qanûnî bûne hatin girtin.
Li Nisêbînê 4 zarok binçavkirin
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî 4 zarokên xwendevanên dibistana seretayî hatin binçavkirin. Polîsan doh danê sibê çûn dibistanê bi îdîaya ku ala tirk şewitandine zarokên bi navê M.E.G., E.S., B.O. û A.O. xistin binçavan.
Li Amedê jî doh xwendekara lîseyê M.D piştî serdegirtina malan hate binçavkirin.
Li Manîsayê 7 kes binçavkirin
Li navçeya Salîhlî ya Manîsayê jî polîsan doh bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de tevî endam û rêveberên BDP'ê 7 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinan de Rêveberê BDP'ê Saît Acar, Vedat Oruç, Halis Uçar, Abbas Ozdemir, Hurşît Ozdemîr, Alî Toktaş û Melîk Şener binçavkirin. Der barê kesên bi navê Reşit Tekin û Alî Ozdemir de jî biryara binçavkirinê hate dayîn.
Li Xîzanê eskeran bi ser gun de girtin
Li navçeya Bedlîsê Xîzanê, leşkerên artêşa Tirk avêtin ser gundê Xulepira û kesên bi navê Sakî Altin xistin binçavan. Sedema binçavkirinê ya Sakî Altin nehat diyarkirin û wî birin qereqola jendermeyan ya navçeyê. Di dema binçavkirinê de eskeran dor li tevahiya gund girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN