Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, li nêzî gundên Yazibaxê û Meerînê yên girêdayî navçeya Şera ya Efrînê şevêdin çeteyên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam (DAIŞ) êrîşî gundan kirin. Li ser bersivdayîn hêzên YPG’ê şer derket û di encamê de 4 çete hatin kuştin. Li aliyekî din çeteyan li nêzî bajaroka Dêr Cemal a girêdayî bajarê Ezazê jî êrîşî navendeke YPJ’ê kirin û di encama pevçûnan de 2 çete hatin kuştin.


YPG’ê gundê Ereban  rizgar kir

Çavkaniyên herêmê ragihandin ku komên çete yên Cephet El-Nusra êrîşî gundê Qelet El-Hadî ku şêniyên wê ji eşîra Şemeran ya Ereban e kirin. Li ser bersivdayîna gundiyan di navbera wan û çeteyan de şer derket. Di encma şer de 3 gundiyan jiyana xwe ji dest da, 5 çete jî hatin kuştin. Hate ragihandin ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bo parastina gudiyan çûne herêmê û bi gihiştina yekîneyên YPG’ê re komên çete kuştî û birîndarên xwe birine û ji gund reviya ne. Şêniyên gundê Qelet El-Hadîji bo piştgiriya YPG’ê kêfxweşiya nîn ziman.  Komên çete yên girêdayî DAIŞ’ê li bajarê Tebga yê girêdayî parêzgeha Reqayê 15 welatiyên kurd revandine.

EFRÎN/REQA