Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê Dûşem û Sêşem a borî li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve bi sedema bazirganîkirna madeyên hişber 6 kes bi darve kirine.
Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê di roja Dûşemê de li Girtigeha Xoy a li Rojhilatê Kurdistanê 2 kes bi hînceta kirîn û firotina madeyên hişber hatine bi dar ve kirin. Li gorî raporê navê yek ji wan dû kesan, Huşeng Padaş yê ji gundê Kutlan a Ûrmiyê ye. Ji berî 5 salan hatiye girtin.
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku çarşemê jî li Girtîgeha Ûrmiyê 4 kesên, bi navê Çengîz Baduzede, Ebdulwehîd Hemîd, Kîwmers Ferîdan û Îkram Hemed Zade hatine bi darvekirin.
Li gorî raporê ji van 4 kesan 3 xelkê Ûrmiyê ne. Yek jî xelkê Erdebîle. Hate ragihandin ku her çar kes bi sedemê bazirganîkirina madeyên hişber hatibûn girtin.
Li gorî agahiyê çalakvanên mafên mirovan di sala 2016’an de li Îranê herî kêm 500 kes hatine bi darvekirin.
Herwiha li gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê jî di sala 2015’an de 969 kes hatin bi darvekirin. Di nava 25 salên dawî de, sala herî zêde li Îranê bi darvekirin pêk hatibû.
URMIYE