Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) sêşemê 5 jê jin û 2 jê zarok, 7 Êzîdiyên din ji dest çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin. Ji van 6 jê xelkê Koço bûn ku lê komkujiyeke mezin pêk hatibû. Li gundê Koço hîna nû vekirina gorîn komî 16´ê Adarê dest pê kiribû û rizgarkirina van Koçoyiyan bû xebereke xêrê.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, 7 sivîlên Êzîdî ku ji hêla şervanên QSD’ê ve hatine rizgarkirin, birine herêmeke ewle.

Navê sivîlên ku hatine rizgakirin wiha ye: Pakîze Mehal Haso (30 salî ye û ji gundê Koço yê Şengalê ye), Xevla Smaîl Xwedêda (19 salî ye û ji gundê Koço ye), Emîn Xalo Izir (44 salî ye û ji gundê Koço ye), Şamil Smaîl Xwedêda (15 salî ye û ji gunê Koço ye), Solîn Silêman (17 salî ye û ji gundê Koço ye), Xunav Xidir Adim (32 salî ye û ji gundê Koço ye), Aydin Hedît Tala (12 salî ye û ji gundê Xirdan e)

Şervanên QSD’ê li Baxozê li dijî çeteyên DAIŞ‘ê di operasyoneke dawiyê de gelek jin û zarokên Êzîdî rizgar kirin. Di nav wan de bi hezaran Êzîdî hebûn ku dema çeteyên DAÎŞ’ê Tebaxa 2014’an bi ser Şengalê de girtibûn, ew hatibûn revandin.

 

ANHA / DÊRA ZOR