Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakgerên di greva birçîbûnê de li bajarê Elmanyayê Hildesheimê, çalakiya konvedanê ya 6 mehan hate destpêkirin. Bi pêşengiya Komuna Jinan a Şehîd Meryem a li Hildesheimê, duşema bihurî çalakiyê dest pê kir. Saziyên jinên Kurd ên herêma Salzgitterê jî piştgirî dan çalakiyê.

Kon li navenda bajêr hate vegirtin û belavokên li ser tecrîdê û greva birçîbûnê hatin belavkirin. Çalakgeran afîşa bi wêneyên berxwedêran hildan ên ku di dema greva birçîbûnê de çalakiyên fedaî kiribûn.

Hevberdevka Komuna Jinan a Şehîd Meryemê, Xevo Donma di çalakiyê de daxuyanî da û got ku “Armanca vê çalakiya me ew e ku em tecrîdê bişkînin.”

Donma diyar kir ku heta ku tecrîd were şikandin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin û bang li Kurdên li Ewrûpayê kir da ku her roj çalakiyan bikin. Donma bal kişand ser bêdengiya CPT´yê û saziyên Ewrûpayê û got, ev tê wateya piştgiriya ji bo Erdogan.

Komîteya amadekar a çalakiyê diyar kir ku şeş mehan ew ê ji duşemê heta Înê di navbera saet 17-19’an de li pêşiya Dêra Jakobî çalakiya xwe bidomînin.

 

ANF / HILDESHEIM