Li Hewlêrê 17’ê Tîrmehê berpirsê MÎT’ê yê bi navê Osman Kose hate kuştin. Piştî bûyerê rêveberiya Hewlêrê rêya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) girt. Ji wê roje ve gelek ciwanên wargehê ku li Hewlêr kar dikirin hatin girtin, gelek ji kar hatin derxistin. Destûra welatiyên nexweş nehat dayîn ku biçin nexweşxaneyên li Hewlêrê. Dîsa ji ber dorpêçê, dermanên pêwîst ji bo wargehê nayên şandin, pirsgirêkên aborî derdikevin. Ji dema dorpêçê ve, li wargehê 6 zarokan jiyana xwe ji dest da, 2 hezar kes bêkar man û gelek pirsgirêkên tenduristî û aborî derketine. Ji bo rakirina dorpêçê, Meclîsa Gel a Mexmûrê û Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargehê, li gel sazî, rêxistin û parlementeran re peywendî çêkirin. Li aliyê din şandeya hevserokên HDP û KCD’ê û parlamenterên jin ên HDP’ê di hevdîtinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê de daxwaza rakirina dorpêçê kirin. Dîsa Dayikên wargehê li ber benda kontirolê 27 rojan çalakî kirin. Tevî hewldanan hemûyan jî heta niha dorpêç ranebûye û bandora neyînî liser wargehê zêdetir dibe. Li gorî Komîteya Pêwendiyên Derve, 2 hezar kesên ku ji bo debara malbatên xwe li Hewlêr û bajarên din ên Başûrê Kurdistanê dixebitîn, ji ber dorpêçê bêkar man û êdî nikarin biçin ser karên xwe.

 

MEXMUR