Li aliyê din li gorî ajansa AFP disipêre çavkaniyên nexweşxaneyekê pêr bi şev li  Xaneqînê êrîşeke hewayî ya artêşa Iraqê li dijî karwanekî eskerî ê pêşmergeyan pêk hatiye. Di êrîşê de herî kêm 6 peşmergeyan jiyana xwe ji dest daye û 20 peşmerge jî  birîndar bûne. Nehat zanîn ka di hedefa êrîşê de peşmerge hene yan jî şaşiyek çêbûye. Li gorî çavkaniyên herêmî êrîş li nêzî bajarokê Celewla yê ser bi Xaneqînê pêk hatiye. Bajarên Xaneqîn û Celewla ku ji derveyê sînorê herêma federe a Kurditsanê ne û wek herêmên li ser wan nehatiye lihevkirin navdar in, piştî ku çeteyên DAIŞ’ê Musul û derdora wê dagir kirin, ketibûn kontrola peşmergeyan. Peşmergeyan Kerkuk û herêmên din ên Kurd kontrol kiribûn û wan diparêzin.


Daxuyanî li fermanderên qedexekirin

Ajansên li Başûrê Kurdistanê radigihînin ku ji ber ku di van rojên borî de dezgehên ragehandinê bi Hêzên Pêşmerge yên li eniyên şer re û gelek daxuyaniyên curbicur veguheztin û ev daxuyanî bûn sedema derketina tevlîheviyekê di nava ragehandina Wezareta Pêşmerge de, wezaretê li fermanderan qedexe kir ku daxuyaniyan bidin çapemeniyê.
Ji ber rewşa aloz a li Iraqê hin esker û efserên Kurd ên di nava artêşa Iraqê de jî ev çar roj in hîna wenda ne. Eskerên behs li ser wan beriya bi çar rojan ji bajarê Tikrîtî berê xwe dane Herêma Kurdistanê û ji hingê ve ti xeber ji wan nîne. Hate zanîn ku malbatên eskeran jî ji pezwendîdaran dixwazin eskerên wenda yan bibînin yan jî rizgar bikin.

SWAT´ê top li pêşmerge xist        

Doh li bajarokê Sadiyeyê Iraqê şerekî dijwar di navbera Hêzên SWAT´ê ser bi Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê û çeteyên DAIŞ’ê de rûda. Di vî şerî de guleyeke hawanê ya Hêza SWAT´ê di ser hêzên DAIŞ’ê re derbas bû û li nav Hêzên Pêşmerge ket. Li gorî agahiyên bi dest ketine di encamê de di nava hêzên pêşmerge de kuştî û birîndar çêbûne. Hejmara kuştî û birîndaran bi xwe hîna zelal nebûye. 

HEWLÊR