Li Hesekê û Dera Zorê cenazeyê 6 şervanan bi merasîman hatin definkirin.

Şêniyên Hesekê, cenazeyên şehîd El-Besrawî (Timsah) û Fîras Mihemed (Zagros Hesekê) ku her du jî şervanên YPG`ê ne, her wiha cenazeyên Abdulqadir Xidir û Casim El-Ayid (Demhat) ku her du jî şervanên QSD`ê ne û di demên cuda de şehîd bûne, ji ber Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin.

Cenazeyên şehîdan bi karwanekî birin Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê. Merasîmê bi rêûresma eskerî ya şervanên QSD`ê dest pê kir. Paşê hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan a Hesekê, Welîda Botî, ji fermandarên YPG`ê Şiyar Hesekê, bi navê Rêveberiya Xweser Hisên Elî axivîn.

Di dawiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê, Rojda Ehmed  wesîqeyên her çar şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin. Paşê cenazeyên şehîdan bi tilîlî û dirûşmeyan hatin oxirkirin.

Li Dêra Zorê 2 şehîd

   

Xelkê bajarokê El-Besîra li gundên rojavayê Dêra Zorê beşdarî merasîma oxirkirina 2 şehîdên QSD`ê Cemal El-Hindî (Sermed) û Mahêr El-Şinan (Mahêr) bûn. Her du şervan jî 5`ê Mijdarê di hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbûn.

Di merasîmê de ji QSD`ê fermandar Ewad Idrîs axivî û sersaxî ji malbatên şehîdam re xwest.

Piştî axaftinan, endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan, Beşar Şems El-Dîn nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin. Paşê bi dirûşmeyan her du şehîd spartin axê.

   

 HESEKÊ/ DÊRA ZOR