Li dijî tecrîdkirina Ocalan, li navçeya Amûdê bi beşdarbûna 600 kesî Çalakiya greva birçîbûnê di roja 3. de dewam dike. Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em ê tecrîdê bişikînin û bi serokê xwe re azad bijîn” li Navenda Hûrî ya Çand û Huner tê birêvebirin. Kongreya Star û PYD pêşengiya çalakiyê dikin.

Di çalakiyê de endama rêveberiya Meclisa Edaletê ya Jinan, Mere Zor  ji civaka navneteweyî xwest ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, hewl bidin.

Paşê Hevseroka Meclisa Navçeya Amûdê, Selwa Silêman jî got, ev 20 sal in ku Ocalan hatiye tecrîdkirin, lê ramanên wî azad in û li hemû dewletên cihanê belav bûye.

 

ANHA/QAMIŞLO

 
 

Heta em bigihêjin armanca xwe

   

Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê, ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Ocalan ev 27 roj in li Hewlêrê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger û bê dawî kiriye. Gelek saziyên li Başûrê Kurdistanê û gel serdana grevê dikin û destekê didin çalakgeran.

Heta niha zêdeyî 100 kesî bi 13 koman beşdarî çalakiyê bûne. Endamê HDP’ê Nasir Yagiz jî ev 27 roj in di greva birçîbûnê ya bê dawî û nedorveger de ye. Çalager dibêjin, “Heta em bigihêjin armanca xwe, çalakiya me wê bidome.”

 

 ANF/HEWLÊR