Li nêzî peravên Lîbyayê boteke ji lastîkê ya koçberan noqî avê bû, 63 koçber winda bûn.

Berdevkê Artêşa Behrê yê Lîbyayê general Eyub Kasim diyar kir ku di bota lastîkî de 104 kes hebûne û tenê 41 kes hatine rizgarkirin. Kasim diyar kir ku 63 kes winda bûne.

Hate diyarkirin ku ev bûyer li nêzî Garabûlliyê pêk hatiye ya ku 50 kîlometreyan li rojhilatê Trablûsê ye.

Yekîneyên ewlehiya peravên Lîbyayê keştiyeke ku 235 koçber tê de bûn jî, anîn lengergehê. Hate diyarkirin ku di nav koçberan de 54 zarok û 29 jin hene.

Ji serê salê ve hezar kes xeniqiye

Di çend rojên dawîn de bi sedan koçber di Behra Spî de xeniqîn. Roja Înê cenazeyê pitikeke 3 salî ji avê hate derxistin û 100 kes jî winda bûn. Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (OIM) diyar kir ku ji serê salê û vir ve li Behra Spî nêzî hezar koçberan jiyana xwe ji dest dane.

TRABLÛS

 
 

Di du hefteyan de 270 hezar kes

 

Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku li Başûrê Sûriyeyê ji ber operasyonên hêzên rejîmê di nava du hefteyan de 270 hezar kesî ji warên xwe koç kirine.

Berdevkê Komîseriya Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî Mûhammed Hawarî li Ammanê daxuyanî da û got “Em li bendê bûn ku kesên ji cihên xwe koç kirine, nêzî 200 hezaran bin. Lê a niha vê hejmarê 270 hezar derbas kiriye.”

Li Başûrê Sûriyê operasyon hene û li aliyê din jî di navbera Rûsyayê û komên çekdar de muzakere tên meşandin. Hêzên rejîmê roja Yekşemê çar herêm û li nêzî sînorê Urdunê jî bajarek xistin bin kontrola xwe.

Herkes li wir heye

Artêşa Sûriyeyê  di 19’ê Hezîranê de li herêma Derayê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin. Bajarê Derayê di navbera hêzên rejîmê û komên çekdar de bûye du parçe.

Di destpêka operasyonê de bi tenê 30 ji sedê wîlayeta Derayê di destê rejîmê de bû. Li gorî Mala Çavdêriyê cihê di bin kontrola rejîmê de bûye ji sedî 58,8. 34,6 ji sedê herêmê di destê komên çekdar û 6,6 ji sedê herêmê jî di destê çeteyên DAÎŞ’ê de ye.

 

CENEVRE