Li Tirkiyeyê ku di rêya Yekîtiya Ewropayê de gavan davêje û doza demokrasiyê dike de her roj mirov tên girtin. Bi taybeti di serdema hikûmeta AKP'ê de herî zêde siyasetmedar, rojnameger, nivîskar, nûnerên saziyên sivîl ên civakî, zarok, jin, karker, cotkar hatin girtin. Balkêş e ku di vê serdema hikûmeta AKP'ê behsa Demokrasiya Pêşketî dike de herî zêde rojnameger, siyasetmedar û hîndekar tên girtin. Di vê pêvajoyê de 65 rojnameger Cejna Qurbanê di girtîgehan de derbas dikin. Li gorî daneyên Platforma Piştevaniya Rojnamegerên Girtî (TGDP), îdîayên hikûmetê yên demokrasiyê berovajî dike. Li gorî daneyên TGDP'ê 65 rojnameger girtî ne. Tirkiye bi girtina 65 rojnamegeran dê di rêzên sereke ya lîsteya cîhanê de cih bigire. Piştî Tirkiyeyê Îran û Cîn di dorê de ye.
Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Girtî (TGS) Ercan Ahmet Îpekçî, diyar kir ku her hefte ji girtiyan nameyan digere û wiha got: "Di nameyan de rojnameger bêtir azadiyê diqîrin. Li girtîgeha Tîpa F a Sîncana Enqereyê 8 rojnameger hene. Min 7 rojnameger ziyaret kirin. Hemû bêtir azadiyê dixwazin. Ji bir ku di Tîpa F de dejîn di nava tecrîdê de ne. Di her ketin û derketina hucreyê de rastî lêgerinê tên. Her ku diçin hevditnê neçarin tekmîlê bidin gardiyanan. Li şûna di hevdîtinên hevpar de 10 saetan ziyareta hev bikin tenê 6 saetan dikarin ziyareta hev bikin."
Îpekçî, anî ziman ku girtiyên di Newroz û 1'ê Gulanê de şahî pêk anîn rastî cezayê dîsîplînê hatin. Cezayê name, hevdîtina vekirî û cezayên din girtin. Îpekçî anî ziman ku di cejna qurbana par de 38 girtî bûn, lê îsal derket 65 rojnamegeran.
Berdevkê TGDP'ê Necatî Abay jî anî ziman ku sedema vê yekê TMK ye. Abay, da zanîn ku ji bo ev pirsgirêk ji holê rabe divê berî her tiştî TMK û Dadgehên Bi Rayeya Taybet bên rakirin. Abay, bilêv kir ku ji bo rojnamegerên girtî bên berdan divê TMK û Dadgehên Tayber rabin.
Di çarçoveya operasyonên KCK'ê de di meha dawî de nûçegîhanê DÎHA'yê Aydin Yildiz Gerînendeyê Giştî yê berê yê Azadiya Welat Tayîp Temel, Edîtorê Ozgur Gundemê Kazim Şeker Nivîskarê Ozgur Gundemê û Xwediyê Weşanên Belge Ragip Zarakolu, rojnameger Songul Karatagna hatin girtin. Ji 65 rojnamegerên girtî jê 33 rojnameger di çapemeniya kurd de cih digirin. Abay, da zanîn ku rojnameger ji ber fikr û rastiyê pêşkêş dikin tên girtin û bi van girtinan dixwazin rastiyan di tariyê de bihêlin. Abay, destnîşan kir ku li ser navê KCK'ê bi sedan mirov hatin binçavkirin û girtin wiha got: "Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe di qada azadiya ramanê de pêşketin çênabe.

Abay, bilêv kir ku di serdema hikûmeta AKP'ê de girtina rojnamegeran zêde bû û berpirsiyarê van girtinan AKP ye. Abay, helwesta Erdogan a "Rojnamegerên girtî tune. Yên hene jî eleqeya wan bi rojnamegeriyê tune" rexne kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hikûmet ji rastiyê direve. Ketiye zorê û naxwaze rastî ronî bibe. Ji ber vê yekê kesên rastiyan roni dike dide girtin. Em dixwazin TMK bê betalkirin."


EVRÎM KEPENEK - DÎHA-STENBOL