BETÛL EL-ŞÊX / ANHA/ DÊRA ZOR

Piştî herêma Dêra Zorê ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, jinan ji bo rêvebirina civakê û standina mafên jinan ku hatine dizîn xwe bi rêxistin kir. Jinan meclis, komîte û saziyên xwe ava kirin. Yek ji wan komîteyan jî, Komîteya Lihevanînê ya bajarokê El-Basîra li rojhilatê Dêra Zorê ye. Komîte di 15`ê Gulana 2018`an de hate avakirin û bi roleke pêşeng di çareserkirina pirsgirêkan de rabû.

Komîte ji 5 endamên jin ên xwedî tecrûbe di çareserkirina dozên jinan û civakî de pêk tê. Komîteyê di 10 mehan de ji 700 dozan, 675 doz çareser kirine. 25 dozên ku nehatine çareserkirin jî veguhestine Dîwana Edaleta Civakî.

Dozên ku Komîteya Lihevanînê çareser dike, girêdayî pirsgirêkên jinan ên di malbatê de, cudabûn, mîras, mafê xwedîkirina zarokan û dozên civakî.

Jinan xwe bi rêxistin kir

Girêdayî mijarê endama rêveber a Komîteya Lihevanînê Meryem El-Ekle got, "Piştî rizgarkirina herêmê ji çetayan, jinan  xwe bi rêxistin kir. Em hewl didin bi razîbûna her du aliyan dozan çareser bikin, lê dozên ku nayên çareserkirin ji Dîwana Edaleta Civakî re dişînin."