Gundoka Rezan ji 35 mal û 250 kesan pêk tê. Gundoka Rezan 30 kîlometre dûrî Navenda Colemêrgê ye. Ji bo pirsgirêka avê çareser bibe di çarçoveya Projeya Piştgiriya Bingesaziya Gundan a Îdareya Taybet a Bajar (KOYDES), di sala 2010'an de îhaleya avê hat kirin. Lê yekîneya lêkolîn û venêrtinê ya Îdareya Taybet a Bajar bêyî ku rewşa herêmê ya kevir û çiya li ber çavan bigire rapor amade kir. Proje di sala 2010'an de bi 62 hezar TL dan îhaleyê. Ji ber ku herêm taht bû, tenê fîrmaya projeya avê 15 santîm erd kola û boriyên avê binax kirin. Di Nîsana sala 2011'an de ji ber baran û berfa zêde hemû boriyên di bin axê de tev ketin ber avê û ji cihê xwe rabûn. Piştî vê yekê KOYDES'ê di sala 2011'an de ji bo xeta avê îhaleyek din amade kir. Lê di vê îhaleyê de jî ji ber ku şebekeya avê ji çavkaniyek kêm anîn, di çileyê zivistanê de av miçiqî û dîsa welatiyên gund bê av man.

Ji bo şuştinê tên Colemêrgê
Welatiyên Rezan diyar kirin ku bi salan in pirsgirêkên avê dijîn û ji ber pirsgirêka avê didome nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin. Welatiyan anîn ziman ku bi kîlometreyan diçin avê ji kaniyên dervê gund tînin û zahmetiyên pir mezin dijîn. Welatiyan, destnîşan kirin ku ji ber pirsgrêka avê bi rojan nikarin cilê xwe bişon û diçin avê ji çemê Zapê tînin û bi vî rengî pêdiviyên xwe temîn dikin.

Nikarin xwe bişon

Welatiyan anîn ziman ku ji ber av tune nikaren zarokên xwe bişon, nikarin cilê xwe bişon û ji bo ava xwarin û vexwarinê pir zahmetiyan dijîn. Welatiya bi navê Adile Bozkurt, anî ziman ku pirsgirêka avê pir zêde ye û wiha got: "Em ji ber bêaviyê rezîl û ruswa bûn. Bi salan in em bê av in. Em diçin ji çem û rûbarên dûr avê tînin." Welatiyan anîn ziman ku bi salan in ji ber polîtikayên dewletê pirsgirêka avê dijîn.

Kurd bê xwedî ne

Endezyarê Daristanê Abidin Bozkurt anî ziman ku ji bo pirsgirêka avê çareser bike 10 salin di nava hewldanan dene û heta niha gelek caran nivîs ji rayedaran re şandiye, lê heta niha pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Bozkurt, anî ziman ku pirsgirêka avê 68 salin didome. Serokê Meclisa Bajar a Colemêrgê Ahmet Korkmaz jî anî ziman ku ji ber vê pirsgirêkê îdareya bajar rastî lêpirsînê hatiye û doz li wan hatiye vekirin û wiha got: "Me di sala 2013'an de ji bo çareseriyê 97 hezar butçe veqetand. Lê ev proje rastî astengiya mufettişan hat. 

DÎHA/COLEMÊRG