Bi destpêkirina pêvajoya şoreşê ya li Rojavayê Kurdistanê û xebatên zimanê Kurdî re Silêman jî di sala 2012’an de dest bi fêrbûna nivîsandina zimanê Kurdî kir. Silêman piştî ku bawernameya xwe girt jî dest bi nivîsandina helbestan ku ji zarokatiya xwe ve meyla wî li ser hebû kir. Silêman got ku heskirina xwe ya ji bo helbestan bi van gotinan anî ziman: “Ez di zaroktiya xwe de bi bavê xwe re diçûm serdana hevalên wî yên wekî helbestvanê nemir Seydayê Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj û Mele Fexrî. Di wê demê de eşqa min a nivîsandina helbestan hebû, lê zehmetiyên jiyanê derfeta nivîsandinê neda min.”
Di 20’ê meha kanûna sala 2012’an de Silêman yekemîn helbesta xwe nivîsand û ji wê demê heta niha 100 helbest bi Kurdî û tîpên latînî nivîsandine. Mijarên helbestên Silêman jî piranî welat, buhar, qehremantî, şehîdên YPG’ê û evînî ye.
Silêman xwest ku saziyên çand û hunerê alîkariya wî bikin û wiha got: “Ez bi hêvî me saziyên çand û hunerê alîkarî bikin û helbestên min çap bikin. Pereyên ku ji firotina van pirtûkan werin jî, ez ê bexşî xizmên şehîdan bikin.”
SÎPAN CAN/ANHA/QAMIŞLO