Ji Mezopotamyayê hetanî Amerîkayê Buket Şahîna ku li 7 erdnîgariyan geriya ye û wiha dibêje: “Mirov di rûyên wan de şopên pergala kedxwar dikare bibîne” Şahîn, wêneyên jinên yorik, bedewî romen, hindû, berberî, maya û înka kişandine û bi navê ‘Jinên Rojê’ albumek amade kiriye. Me bi Şahîn re liser albuma bi navê ‘Jinên Rojê’ ku dê di kanûnê de wekî pirtûk bê çapkirin axivîn.
Bandora dapîrê
Şahîn dibêje ku ji bo portreyên jinan bikşîne ji bapîra xwe bi bandor bûye û axaftina xwe wiha berdewam dike: “Jin di her demê de de ji tiştên ku dibînin bi bandor dibin û tiştên ku dibînin şekil didin wan û nexş dikin li ser zemînan. Bapîra min ya şaman û yorik jî li Torosên Mersînê bi ristina hiriyê hirî bi şekil dikir. Şahîn dibêje ku jin hilberîner in. Jin li ku dibin bila bibin her eynî ne.”
Şahîn dibêje ku cihê ku jê hêza lêkolînê girtiye jî pirtûkxaneya bavê wê ya ku ji 12 hezar pirtûk têde ye. Ji ber wê jî Şahîn dibêje ku kîjan welatê ku nû çûyiyê bi xwendina wêjeya wî welatî wê dest bi lekolînê kiriye.
Noqteyên hevbeş
Şahîn diyar kir ku noqteyên hevbeş ên jinan ku dişibin hev kêşandiye û wiha got: “Hemû sembolên ku li şaristaniya Antoliyanavîn gihîştine hev bala wê kişandiye û her wiha min li hemberî rejîma Amerîkaya Latîn jî nivîsa Ruhê Înkayê Şiyar dibe min amade kir. Heta niha min destê tu jinekê vala nedîtiye. Her tim zarok an jî barê wan li ser milê wan bûn.” Şahîn di nava 20 salan de cih bi cih geriya û bi gitşî li 48 welatan 7 hezar wêne kişand. Bi 50 portreyên jinan re du pêşangehên ‘Ji Mezopotamyayê ber bi Mezoamerîkayê ve’ û ‘Jinên rû bi ax’ li Stenbolê vekir.
DÎHA/STENBOL