7 esker hatin kuştin
Gerîlayên HPG û YJA-Starê li Heftenîn û Geverê çalakî li dar xistin. Di van çalakiya de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin, wesayîteke zirxî hate îmhakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan û êrişên dagirkeran de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Li gorî daxuyaniyê, “5’ê Tîrmehê di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftenînê de li qada Girê Koordîne di çalakiyeke sekvaniyê de eskerek hat kuştin.
Di heman rojê de hêzên KBDH’ê jî di çarçoveya Pêngava Cenga Heftenînê de bi 2 çalakiyên sekmaniyê 2 esker hatin kuştin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, 5’ê Tîrmehê di navbera gundê Bagengê û Serê Şikeftê yê Gevera Colemêrgê de li dijî wesayîta tîpa Kîrpî ya artêşa Tirk a dagirker û leşkerên li kêleka wê dimeşiyan çalakiyek hat kirin. Di çalakiyê de 4 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.
Me di daxuyaniya xwe ya 26’ê Hezîranê diyar kiribû ku li qada Deşta Silopiya Çiyayê Cûdî di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de şerek çêbûbû. 8’ê Hezîranê li qada Deşta Silopiya ya Cûdî hevalê me yê bi navê Roj di şer de birîndar bû û dîl ket destê dijmin.”
ANF/BEHDÎNAN