Pêngava Xezeba Firatê, ku ji bo rizgarkirina Reqayê hat destpêkirin, bi qonaxa sêyemîn dewam dike.

Li gorî agahiyên ji heremê hatine bidestxistin, şervanên ku li rojhilatê Reqayê bi pêş ve diçin, doh danê vê sibehê gundên Berdan Xerbî, Fenan Şerqî, Tiyûs û Til Zihmaqê ji çeteyên DAIŞ‘ê paqij kirin.  Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk her wiha dor li gundê Ebû Xeşeb girtin, ku ev gund bi 23 kîlometreyan li başûrê Mekmenê ye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ji gundê Xirbet Melha ku bi 67 kîlometreyan li bakurrojhilatê Dêra Zor e, her bi pêş ve diçin. Şervanên QSD’ê, piştî ku bi 7 kîlometreyan bi pêş ve çûn, doh saet di 12:00 de 3 gund ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin.

5 emîrên DAIŞ’ê hatin kuştin

Di pêşveçûna şervanên Odeya Operasyona Xezeba Firadê ya 15 rojên dawî de, gelek endamên DAIŞ’ê hatin kuştin. 5 emîrên DAÎŞ’ê ku berpirsiyarê tevlêkirina endamên biyanî, berpirsiyarê cebilxan û ewlekariya DAÎŞ‘ê jî heye bi sedan DAÎŞ hatin kuştin. 
Li gorî agahiyan serçeteyên ku hatine kuştin ev in: Berpirsiyarê maliyê ya DAIŞ‘ê Ebu Hazem El-Muhacirî, berpirsiyarê cebilxaneyan a herêma dora Çemê Firadê Ebû Ebdullah El-Cisrî, serçeteyê bi navê Ebû Cendel El-Kiwîtî li derdora Bendava Firadê de hat kûştin. Di bombardimana rojhilatê bajarê Tebqayê de berpirsiyarê tevlîkirina çeteyên biyanî ya nava DAIŞ‘ê Saleh Yehya El-Xezalî Yilmaz hat kûştin. Tê gotin ku Yilmaz bi eslê xwe ji Holandayê ye û berê de di nava Artêşa El-Melekî yê Holandayê de cih digirt, di sala 2013’an de tevlî DAIŞ‘ê bibû. Dîsa berpirsiyarê Ewlekariyê ya DAIŞ’ê Mihemed Sadêq li derdora Bendava Firatê hat kûştin, tê gotin ku bi eslê xwe ji Mexrebê (Mexrîbê) ye. Li gor agahiyan ev serçete berê li Reqayê berpirsiyartiya maliyê dikir.


 REQA